Hikûmeta Trablûsê ji bo 'hikûmeta yekîtiya neteweyî' xwe vekişand
Li Lîbyayê, serdema du hikûmetan a ji Tebaxa 2014'an û vir ve dewam dike, bi dawî bû.
Li Lîbyayê, serdema du hikûmetan a ji Tebaxa 2014'an û vir ve dewam dike, bi dawî bû.
Li Lîbyayê, serdema du hikûmetan a ji Tebaxa 2014'an û vir ve dewam dike, bi dawî bû. Di daxuyaniya hikûmeta li paytext Trablûsê de hat ragihandin, ew hemû erkên xwe ji bo hikûmeta yekîtiya neteweyî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê naskirin, teslîm dike.
Hikûmeta Tablûsê ya di Tebaxa 2014'an de bi desteka komên milîs hat ser desthilatdariyê, da xuyakirin, ku ew dawî li karê xwe tîne.
Hefteyek piştî ku hikûmeta yekîtiya neteweyî ya bi serokwezaretiya Fayez el Saraj a ji aliyê NY ve tê naskirin ket Trablûsê, hat ragihandin ku hemû wezîfeyên îdare, serokatî û wezaretan hatine qedandin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li malpera Wezareta Edaletê de hat gotin, "Ji bo xwîna i welêt dirije bisekine û netewe parçe nebe' biryareke bi vî rengî hatiye stendin.
Ev hikûmeta xwe dispart hêzên Trablûs kontrol dikirin, ji aliyê raya giştî ve nedihat naskirin. Di encama hevdîtinên bi çavdêriya NY hatin kirin de biryar hatibû dayîn, ku di meha Kanûnê de hikûmeteke lihevkirina neteweyî bê avakirin.