Hêzên rejima Îranê kasibkarekî Kurd qetilkirin

Hêzên rejima Îranê kasibkarekî Kurd qetilkirin

Hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê li ser sinor kasibkarên Kurd gulebaran kir û di encamê de welatiyekê Kurd jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê li ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê kasibkarên Kurd gulebaran kirin û di encama gulebaranê de du welatiyên Kurd ên xelkê gundê Gewal ê ser bi herêma Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê ve birîndarbûn. Yek ji birîndaran yê binavê Şoreş Qurbanî ji ber ku giran birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Kurdê din ê birîndarbûyî jî hêzên rejima Îranê dîlgirt û ew bire nexweşxaneya giştî ya Serdeştê. Di derbarê aqûbeta welatiyê birîndar de heya niha tu agahî nehatine girtin.