Hêzên rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin
Hêzên rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin
Hêzên rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin
Hêzên rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin topbaran kirin û hewldan têkevin taxê lê ji ber berxwedana şervanên kurd neçar man xwe paşvekşin.
Hêzên rêjîma Baas duh di saetên derengî şevê de taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Her wiha ji du aliyan hêzên rêjîmê êrîşî taxê kirin û xwestin têkevin taxê û rastî berxwedana şervanên Eniya Cebhet Elekrad û ji aliyekî rastî berxwedan şervanê YPG᾿ê hatin. Di encamê de pevçûn derketin û hêzên rêjîma neçarî paşvekişandinê bûn.
Hate hînbûn ku hêzên rêjîma Baas ji aliyê Seken Melheb ve taxa Şêxmeqsûd topbaran dikir.