Hêzên Îsraîlê ketin Quneîtrayê

SOHR'ê ragihand ku îro di saetên sibê de du wesayîtên leşkerî yên girêdayî artêşa Îsraîlê derbasî gundê Seyda Henût ê dikeve başûrê Quneîtrayê bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku du wesayîtên leşkerî yên aîdî artêşa Îsraîlê di saetên sibê de ketin gundê Seyda Hanut ê dikeve başûrê Quneîtrayê.

Li gorî SOHR'ê, balafirên keşfê yên Îsraîlê jî di dema derbasbûna her du wesayîtan de li ser herêmê geriyane.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku duh bi şev balafirên bêmirov ên Îsraîlê li bajarokê Debal ê herêma Sur a li başûrê Lubnanê, bi du fuzeyan êrîşî malekê kirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.