Hezar leşkerên Kurd ji artêşa Iraqê veqetiyan
Hezar leşkerên Kurd ji artêşa Iraqê veqetiyan
Hezar leşkerên Kurd ji artêşa Iraqê veqetiyan
Di demeke ku tengezariya navbera Hewlêr û Bexdayê dewam dike de, zêdeyî hezar leşkerên Kurd ên li nava artêşa Iraqê, ji ber lihevnekirinan ji artêşê veqetiyan û tevlî hêzên herêma Kurdistana Federal bûn.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Kurd, ji ber lihevnekirinek bi Fermandariya artêşa Iraqê re, leşkerên Kurd ev biryar stendine.
Leşkerên Lîwaya 16. di meha Nîsanê de, tevlêbûna operasyonek li dijî bajarekî pirraniya şêniyên wê Sunnî ne, red kiribûn. Ji wê demê û vir ve, leşkerên Kurd heqdestên xwe nekarîbûn bistînin û ji artêşê xwarin nedigirtin.
Li gorî nûçeya AFP'ê hezar û 70 leşkerên ji artêşê veqetiyane dikarin tevlî hêzên pêşmergeyan bibin, lê rayedarên KUrd der heqê entegrekirina van leşkeran li nava pêşmergeyan, xwedî nêrînên cûda ne.
Şaredarê Tozxortamo Şalal Abdul da xuyakirin, ku leşkerên Kurd ên ji artêşa Iraqê veqetiyane heqdest û xwarina xwe êdî ji pêşmergeyan distînin, lê berdevêk Wezareta Pêşmergeyan Halgurd Elî diyar kir ku leşkerên mijara gotinê bi tenê xwarina xwe ji pêşmergeyan werdigirin.
Halgur Elî got, "Eger di mijara leşkeran de em bi Bexdayê re li hev nekin, em amade ne wan tevlî pêşmergeyan bikin."
Li gorî Şaredarê Tozxormato û Berdevkê pêşmergeyan, di şûna fermandarê Lîwayê yê Kurd û du fermandarên tabûrê yên Kurd de, sûbayên Ereb hatine bicihkirin.