Heyva Sor a Kurdistanê 4 ambolans diyarî Rojava kir

Heyva Sor a Kurdistanê 4 ambolans diyarî Rojava kir

Heyva Sor a Kurdistanê li Elmaniya, di çarçova kampaniya alîkariya Rojavayê Kurdistanê de, 4 ambolans tevî hemû alavên wê û gelek derman û pêdiviyên tenduristiyê radestî Heyva Sor a Kurd li Kobanê kirirn.

Şandeya Heyva Sor a Kurdistanê li Elmaniya, li deriyê sînor yê Tilebyedê 4 Embolansên Elmanî û gelek derman û pêdiviyên tenduristiyê radestî desteya rêvebir ya Heyva Sor a Kurdî li Kobanê kirin.

Ji endamên şandeya Heyva Sor a Kurdistanê li Elmaniya, D. Ednan diyar kir ku Kurd li Ku derê bin yek dest in û alîkariya me bi gelê Rojava re wê berdewam bike, Edban wiha dewam kir: "Em soz didin birayên xwe yên Rojava ku em ê bi hemû hêza xwe alîkariya wan bikin heta ku şoreşa gelê Kurd bighêje serkeftinê û mafê xwe yê rewa bi dest bixîne." D.Ednan hemû kesên ku li Bakurê Kurdistan û Elmanya piştgirî dane kampanyayê sipas kirin.

Hêjayî gotinê ye ku yek ji van ambolansan wê ji bo bajarê Kobanê be, sêyên din jî wê ji bo herêma Cizîrê werin rêkirin.