Heyva Sor a Kurd li Rojava nexweşxaneyan vedike
Heyva Sor a Kurd li Rojava nexweşxaneyan vedike
Heyva Sor a Kurd li Rojava nexweşxaneyan vedike
Heyva Sor a Kurd bi beşdariya dehan peywirdarên tenduristiyê û nûnerên saziyan kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di kongreya ku meclîsa saziyê hate hilbijartin de, biryar hat girtin ku li herêmê nexweşxane û cihên mudaxelekirina lezgîn bêne vekirin.
Kongre duh li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemde Şêxo ya Qamişlo bi beşdariya dehan delegeyan û mêvanên ji sazî û rîxistinên cuda, her wiha Endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Ebduselam Ehmed hate lidarxistin.
Di kongreyê de rêziknameya Heyva Sor a Kurd hate xwendin û li ser nîqaş hatin kirin. Her wiha xebatên ku ji aliyê saziyê ve hatine meşandin hatin nirxandin. Di kongreyê de karên ku divê di pêvajoya şoreşê de bêne kirin jî hatin vegotin.
Di kongreya ku li ser xebatên Heyva Sor sînevîzyonek hate pêşandan de, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axaftinek kir. Xelîl, bal kişand ser xebatên Heyva Sor a Kurd û rola wê ya di warê alîkariya welatiyan de. Xelîl, destnîşan kir ku hemû xebatkarên saziyê bi dildarî kar dikin, lewre jî Desteya Bilind a Kurd wê li gorî derfetên xwe alîkariya Heyva Sor bike.
Piştî axaftinan li ser raporên herêman nirxandin hatin kirin û hilbijartinên meclîsê hatin pêkanîn. Di hilbijartinan de 15 kes ji bo meclîsa berfireh 7 kes jî ji bo rêveberiya meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha Şehnaz Miho û Xelîl Sîno jî 2 hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
Di kongereyê de her wiha derbarê xebatan de ev biryar hatin girtin:
- Li gorî şertên Rojavayê Kurdistanê sererastkirina rêziknameya Heyva Sor a Kurd.
- Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên welatiyan, vekirina şax û komîteyên saziyê yên li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê.
- Aktîfkirina komîteyên embaran, têkiliyan, aborî û ragihandinê.
- Ji bo Komîteya Ragihandinê peydakirina pêdivî û alavên kar.
- Ji bo rewşên awarte wê pêdiviyên tibî bêne peydakirin.
- Wê li herêmê nexweşxane û ji bo rewşên awarte yên li herêmên şer jî cihên mudaxelekirina lezgîn bêne vekirin.
- Ji bo rewşên şer wê pêdiviyên sivîl û birîndaran bêne peydakirin.