Heyva Sor a Kobanê di bin kon de karê xwe didomîne
Heyva Sor a Kobanê di bin kon de karê xwe didomîne
Heyva Sor a Kobanê di bin kon de karê xwe didomîne
Şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Kobanê, li şûna navenda xwe ya di teqînê de hate rûxandin kon veda û karê didomîne.
Piştî ku Navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê di 11'ê Mijdarê de rastî êrîşa bombeyî hat û di encamê de 14 sivîl jiyana xwe jidest dan, avahiya navendê bi temamî hate ruxandin. Xebatkarên Heyva Sor a Kurd li şûna avahiya xwe ya rûxuyayî kon vedan û karê xwe têde dewam dikin.
Ji wê rojê ve û xebatkarên Heyva Sor a Kurd di konê hatiye vedan xebatên xwe didomînin û alîkariya welatiyan dikin. Bi sedan kes li ber konê hatiye vedan radiwestin da ku alîkariyê werbigirin.
Welatiyan diyar kirin ku Heyva Sor a Kurd tevî êrîşa dijwar jî lê karê xwe bi awayekî asayî didomîne.
Endamên Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê diyar kirin ku ti êrîşî dê li pêşiya xebatên we nebin asteng.