Heyeta şaredariya Mevassaret Tsion a Îsrailê li Amedê ye

Heyeta şaredariya Mevassaret Tsion a Îsrailê li Amedê ye

Heteyta Îsrailê ya ji şaredarê bajarokê Mevassaret Tsion Arie Shamam û endamên meclisa şaredariyê Yair Ramash, Haviv Levy û Agnes Casero pêk tê li ser vexwendina şaredariya Sura Amedê ji bo avakirina têkiliyên çandî û biratiyê li Amedê ne.

Heyet doh bi şev ji alî Şaredar Abdullah Demirbaş û alîkarê şaredarê Surê Nakşî Sayar ve hatin pêşwazîkirin.

Roja sêşemê serê sibehê Heyeta şaredariya Mevassaret Tsion a Qudusê li şaredariya Sûrê bi şaredar Abdullah Demirbaş hevdîtin kir. Di hevdîtinê de alîkarên şaredar û endamên meclisa Sûrê Nakşi Sayar, Mehmet Ali Altinkaynak, Azize Kutlu, Semra Turan, Ramaazan Çakar, Kemal Guler û Turku Gultekin amade bûn.

Di destpêka hevdîtinê de şaredarAbdullah Demirbaş xêrhatina şaredar û endamên heyta mêvan kir.

Demirbaş di axaftina xwe de behsa têkiliya di navbera gelan de kir. Demirbaş wiha axaftina xwe berdewam kir û got ku dibe hin problem di navbera hikûmetan de hebin lê tucaran ji bo gelan ne wiha ye, gel her dem dikarin hev fêm bikin û bi hev re bijîn.

Demirbaş behsa dîroka kevin a bajarê Amedê kir ku çawa mînakek bû ji jiyana hevpar kut ê de gelen kurd, ermenî, sûryanî, cihû û gelê din bê teşqele û problem bi hev re jiyane.

Şaredarê Mevassaret Tsion Arie  Shamam jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û got ku ew xeyalek bû ji bo min ku bên serdana vî bajarê ku min ew bi çîrokên bapîrê xwe nas kiribû. Şaredar behsa bajarokê xwe kir û got ku ew bajarok cara pêşî ji alî kurdekî ve hatiye avakirin û niha jî ji sedî 50 niştecihên wî bajarî kurd in.

Her wiha debarê şaredariya xwe de got ku bere jî wan têkiliyên çandî û biratiyê bi hin şaredariyên Almanya û fransayê re çêkirine. Shamam di vê derbarê de got ku wek3i hin dizanin di dîrokê de çiqasî dijinahiya me kirine û çi bi serêyahûdiyan de kirine. Lê niha dem dema bi hevre jiyan û diyalogê ye , dem dema hev bexşandinê ye.

Shamam di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew barin dê têkiliyên baş di navbera van herdu şaredariyan de jî çêbibin. Her wiha derbarê têkiliya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de jî got ku her çiqasî hin caran evtêkilî bi nakok xuya bikin jî lê herdem têkiliyeke xurt di navbera herdu welatan de hatiye meşandin.

Piştî hevdîtina bi demirbaş re heyet li salona meclisa şaredariyêbi endamên Meclisa Kirkleran (Çilan) re hate ba hev û çîrokên jiyana hevpar a bav û kalan li vî bajarê kevnar hatin gotin. Çîrokên jiyana di navbera gele herêmê de ku çawa bi têkiliyêb biratî bi hev re dijiyan.