Heyeta Japonê konê çareseriyê ziyaret kir
Heyeta Japonê konê çareseriyê ziyaret kir
Heyeta Japonê konê çareseriyê ziyaret kir
Heyeta Japon bi riya Sefareta Japonya hatin Şirnexê û Konê Çareseriya Demokratîk ê li Gundikê Melê hatiye vedan ziyaret kir.
Heyeta Japon ku bi hevkariya Sefareta Japon hatin Şirnexê Konê Çareseriya Demokratîk ku di pêşengiya DOKH'ê de hatiye vedan ziyaret kirin. Serkatîbê Sefaretê ya Japon Kawazu, Ateşesiyê Leşerî yê Japon Taizo Fujita, Serokê Ofîsa Tirkiye ya Japon ê Ajansa Hevkarê Navneteweyî Akio Saito, Şêwirmendê Ofîsê Miyuki Konnaî tev li heyetê bûn. Heyeta Japon ji aliyê Wekîlê Şaredarê Şirexê Temer Îdin ve hat pêşwazîkirin. Endamê Lejkerî yê Japon Taizo Fujita, diyar kir ku ji ber ew li Şirnexê ne pir kêfxweş in û ji gelê Şirnexê re spisayên xwe anîn ziman.
Heyetê li gundikê Melê Konê Çareseriyê ziyaret kir û piştgirî da jinên ku li kon nobetê digirin. Di ziyaetê de Leşkerê Japon Ataşesi Fujita, jî diyar kir ku êwî hêvî dire ku zarok dernekevin çiya û her kes sax li malên xwe vegerin. Heyetê anî zimn ku ew wekî gelê Japon li pişt gelê kurd e. Heyet piştre derbasî Colemêrgê bûn.