Heyeta HDP'ê wê bi Akdogan re rûnê
Heyeta HDP'ê wê bi Akdogan re rûnê
Heyeta HDP'ê wê bi Akdogan re rûnê
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, wê roja Duşemê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re rûnê.
Heyeta HDP'ê, wê roja Duşemê bi Alîkariyê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinekê bike. Demjimêra hevdîtinên diyar nebû, lê belê tê payîn ku her du alî li ser sedemên xetimandina pêvajoyê û gavên di vî warî de divê werin avêtin, bisekinin.
Endama heyetê Pervîn Bûldan li ser mijarê agahî da û got, "Di civîna çapemeniyê ya duh de jî me ragihandibû ku ji bo dewamiya pêvajoyê, vîneke hevpar derketiye holê. Her wiha hevdîtinên me de, ji bo rêyên diyalogê vekirî bin, vîneke hevpar derketibû holê. Em ê bi Birêz Yalçin Akdogan re roja Duşemê hevdîtinê bikin û li ser dewamiya pêvajoyê û gavên divê ji niha û pê ve werin avêtin, rawestin."
Bûldan diyar kir ku dema hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibe ku di vê hevdîtina bi Akdogan re zelal bibe û got, "Em niha bi giranî li ser çûyîna Giravê disekinin. Li dû hevdîtinê em ê daxuyaniyekê bidin raya giştî. Piştî çûyîna giravê jî, li gorî min wê serdana Qendîlê jî bê kirin."