Heyeta Elman wê rapora Kobanê ji Ewropa re ragihîne
Heyeta Elman wê rapora Kobanê ji Ewropa re ragihîne
Heyeta Elman wê rapora Kobanê ji Ewropa re ragihîne
Heyetek ji Elmanyayê, ji bo destekê bide çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê tê lidarxistin û hewldanên komkujiyê yên li hemberî gelê Kurd ji cîhanê re ragihîne, hat Pirsûsê. Endamên Young Stamggle Jan Wagner ê di heyetê de cih digire anî ziman ku ew ji hevkariya leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê re bûne şahid û got, "Ev hemû li pêş çavê cîhanê diqewimin û li nav raya giştî a cîhanê qet behsa wan nayê kirin." Wagner diyar kir ku ew ê li ser mijarê raporekê amade bikin û pêşkêşî saziyên Ewropayê bikin.
Çalakiya nobeda berxwedanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Kobanê tê meşandin, bi biryardarî dewam dike. Ji bo êrîşên li hemberî gelê Kurd ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne, heyetek ji Elmanya tevlî çalakiya li ser sînor bû.
Endamê Youg Stamggle (Têkoşîna Ciwanan) Jan Wagner ku di nava ciwanên li Elmanya de xbatê dimeşîne, da zanîn ku ji bo bibin parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd ew hatine Pirsûsê. Wagner diyar kir uk sîstem û rêxistinbûyîna li gundên li ser xeta sînor bandoreke mezin lê kiriye û got, "Hem têdikoş in û li ber xwe didin, hem jî jiyaneke kolektîf dihûnin."
Wagner ragihand ku ew beriya du rojan hatine ser sînor û li gundên li ser xeta rojhilat geriyane û anî ziman ku dema ew li gundê Kopê bûn, ji hevkariya leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê re şahidî kirine. Wagner vê hevkariya qirêj a dixwaze ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne bi van gotinan anî ziman: "Me dîtin ku leşkerên Tirk bi şev li gel DAIŞ'ê bûn. Li gundê Kopê li her du aliyên sînor bi wesayîtan li hev civiyan. Li wî aliyê têlan sekinînin û gelek mirov ji wesayîtan peya bûn. Yên ji wesayîtan peya bûn bi saetan hevdîtin kirin. Tiştek dan hev û çûn. Ez gelekî matmayî mam. Li pêş çavê cîhanê ev diqewime û li nava raya giştî ya cîhanê jî qet behsa vê nayê kirin."
Wagner da xuyakirin ku dive dewleta Tirk tavilê dawî li têkiliya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re bîne û got, "Bang li tevahiya mirovan dikim ku li pêşberî vê têkiliyê hişyar bin. Bang dikim ku dakevin kolanan û têbikoş in. Bang dikim ku li cem gelê Kurd cih bigirin, tevlî têkoşîna azadiyê bibin. Dibêjim ku em vê têkoşînê li tevahiya cîhanê belav bikin."
Endama Rote Akham (Çalakiya Sor) Lena Falkenstein jî diyar kir ku li qada navneteweyî qet behsa hewldanên komkujiyên li Pirsûs û Kobanê nayê kirin û destnîşan kir ku ew dixwazin van erîşan ji çapemeniya Elmanya û tevahiya cîhanê re ragihînin.
Falkenstein da zanîn ku li gelek welatên Ewropayê zext li gelê Kurd tê kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Elmanya hînê PKK'ê di lîsteya terorê de radigire û naxwaze ji wê lîsteyê derxîne. Polîs êrîşî meşên gelê Kurd dike. Çapemeniya Elmanya komkujî û hovîtiya li Kobanê tê kirin, nîşan nade. Halbûkî tevahiya cîhan dibîne ku yên têdikoş in, gel diparêzin, Hêzên Parastinê yên Kurdan e."
Falkenstein da xuyakirin ku wan bi hêsanî hevkariya DAIŞ û leşkerên Tirk dîtine û got, "Ya ku li vir bala min kişand, hêviya bê dawî ya mirovan e. Tevî ku YPG niha di şert û mercên herî giran de têdikoş e jî, em hemû bawerin ku wê bi ser bikeve." Falkenstein bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên mêtînger ên li dijî gelê Kurd bîne û hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re biqedîne.
Heyeta ku nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê jî heye diyar kir ku ew ê çavdêriyên xwe yên li ser xeta sînor bike rapor û pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên Ewropayê bike.