Heyeta BDP-HDP diçe Qendîlê

Heyeta BDP-HDP diçe Qendîlê

Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Berpirsyar Sirri Sureyya Onder, li dû hevdîtina li Îmraliyê îro êvarê diçin Qendîlê.

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku heyet, dê der barê hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk aniye, bi Rêveberiya KCK'ê re civînê lidar bixe.

Bûldan der heqê çûyîna heyetên din bo Îmraliyê de jî got, "agahiyeke gihaştiye ber destê me nîne."

Di hevdîtinê de wê asta heyî ya çareseriya pirsgirêka Kurd, naveroka hevdîtina dawî ya li Îmraliyê bê nirxandin.