Heyeta Aqilmendan li Roboskê ye

Heyeta Aqilmendan li Roboskê ye

Heyeta Aqilmendan a ‘herêma Başûrêrojava’ çûn sernda gundê Roboskê. Endama Heyetê Kezban Hatemî diyar kir ku, divê di pêvajoya çareseriyê de kujer bê derxistin. Medîne Urek ya ku kurê xwe di komkujiyê de winda kir jî xwest hikûmet lêborîna xwe bixwaze an jî dê aştî ne pêkane.

Heyeta Aqilmendan di çarçoveya serdana xwe ya herêmê de çû serdana Gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê.  Emîn Ekmen, Prof Dr Fazil Husnu Erdem, serokê Mazlumderê Ahmet Faruk Unsal, Kezban Hatemî, Etyen Mahçupyan, Murat Belge, Yilmaz Erdogan û Yilmaz Ensarîoglu di têketina gund de j aliyê zarokan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkriin.piştre heyet derbasî mizgefta gund bû.

Li vir Kezban Hatemî axivî û diyar kir ku kesên  di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dane hemû zarokên wane û got: “Li hemberî êşê tiştê ku zêde bê gotin nabînim.”

Hatemî  wiha pê deçû: “Yên li dijî vê êşê bêdeng bimîne şeytane.  Ji ber edalet û hiqûqa vê pergalê nîne welatiyê xwe nekarî biparêze.  Ev welat bi salene kê kir ji wan re man. Hemû kuştin bê ceza man. Hatin veşartin. Bûyer Roboskê wisa ne hêsane. Ne biçûke. Di goristana gund de pêşeroja gund hatiye veşartin.

JI MALBATÊN ŞEHÎDAN KES NEBÛYE CERDEVAN

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane jî axivîn. Dayîka Erkan Encuyê ku jiyana xwe ji dest da Felek Encu  jî axivî û got:  “Salek zêde di ser komkujiyê de derbaz bû. lê kujer nehatin dîtin.”

HETA EDALET NEYÊ AŞTÎ JÎ NAYÊ

Dayîka Vedat Encu, Mecan Encu jî got heta ku edalet neyê Roboskê Aştî dê pêk neyê û got: “Di demên dawî de li gundê me cerdevan zêde bûne. Em bi fikarin. Ji malbatên şehîdan kes nebûye cerdevan. Bila herkes wisa bizane. Hikûmet li aliyekê dibêje çekan deynin, li aliyê din jî cerdevanan zêde dike. ev jî gumanê me zêde dike.

Dayîka Salîh Urek, Medîna Urek jî  got ger dixwazin aştiyê pêk bînin bila hawira wê destpêkê amade bikin.

Bavê hemet Tosun, Zekî Tosun jî got ew bi hemû wijdana xwe piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û got kesên ev pêvajo dane destpêkirin, wan pîroz dike û got divê hemû kes piştgiriyê bide wan.

SERDANA GORISTANAN

Piştî axaftinan heyet bi malbatan re derbasî gund bû. Malbatan li wir rondikên çavan barand û demên bi hestiyar hatin jiyîn.

Li wir endamê heyetê Yilmaz Erdogan axivî û diyar kir ku, heta bûyera Roboskê bi awayekî adîlane neyê çareserkirin dê pirsgirêk çareser nebe û got: “Ger ev ciwan nemirina îro dê me li şûna fatîhayê bi wan re wêne bikişandiba.  Ev bûyereke bi xofe.  Birayên min bûn qurbana şer.  Lê bawerim lehengên aştiyê jî ewin.”

Piştre heyet ber bi Şirnexê ve ketin rê.