Heyata HDK'ê ket ser rêya Licê
Heyata HDK'ê ket ser rêya Licê
Heyata HDK'ê ket ser rêya Licê
Heyeta ji civata HDK, nûnerê partiyên siyasî û malbata Ethem Sarisuluk pêk tê, bi dirûşma "Ji Enqerê heta Licê em pira aştî, biratî û wekheviyê" ava dikin, ji bo hin danûstandinan pêk bîn, ji Amedê ket ser rêya Licê.
Heyeta ji rêveberên BDP, TKP, ODEP, Malên Gel, Navenda Giştî ya Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Dêrsimiyan, Komeleya Rojnamevanên Hemdem, Navenda Giştî ya ÎHD, Navenda Giştî ya Komeleya Huqûqnasên Hemdem, Xwendekarên ODTU, aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enqerê, Endamên KAOS LGBT, Platforma Em Gel in, Platforma Dema Çalakiyê ya Enqerê, Însiyatîfa Parka Ethem Sarisuluk, Platforma Batikent a Enqerê Komîteya Gel a Mamak, Platforma Bajêr a Elvan Enqere, Hêzên Berxwedana Dîkmen û malbata Ethem Sarisuluk li ber avahiya KCD'ê li hev kom bû û ji bo hin danûstandinan bikin bi dirûşma "Ji Enqerê heta Licê em pira aştî, biratî û wekheviyê ava dikin" ketin ser rêy Licê.