Hewildana 78’an 14’ê Tîrmehê li ber girtîgehê bibîr anî
Hewildana 78’an 14’ê Tîrmehê li ber girtîgehê bibîr anî
Hewildana 78’an 14’ê Tîrmehê li ber girtîgehê bibîr anî
Li Amedê Hewildana 78’an ji bo bîranîna kesên 14’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest dayîn li ber Gîrtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiyek ya bîranînê li darxistin.
Li Amedê îro Hewildana 78’an li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo bîranîna kesên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyek ya bîranînê li darxist. Parlamentera Amedê ya BDP'ê Nursel Aydogan, rêvebirên BDP'ê, TUHAD-DER, HDK, ESP, OSP, EMEP, Enstîtuya Kurdî, Tum Bel-Sen, Sendikaya Belediye-Îş, dayikên aştiyê û Komeleya Hemwelatiyên Azad ya Huzurevlerî li ber girtîgehê Tîpa E ya Amedê kesên ku di 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
Serokê Hewldana 78'an ya Amedê Ganî Alkan 4 tîrêjên ronahiyê tarîtiya zindanê çirandin û wiha got: "M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li hember zilm û bêrûmetiyê bi mirinê jiyanek afirandin û wan bi qasî ku ji bo jiyanê emrê xwe bidin hez dikirin." Alkan da zanîn ku divê makeqanûneke azad û wekhev bê çêkirin û wiha got: "Divê girtiyên nexweş û hemû girtî serbest bên berdan, rewşa tenduristiya birêz Abdullah Ocalan li ber çavan bê girtin û derfetên ku tevlî pêvajoyê bibe bîn afirandin, perwerdeya zimanê zikmakî bê dayîn, bila çêkirina qereqolan raweste, benda hilbijartinê ya sedî 10 bê rakirin, cerdevanî ji holê rabe û TMY ji holê bê rakirin."
Serokê Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwariyan( TUHAD-DER)'ê Sirri Dogan bal kişand ser tenduristiya Ocalan û got divê demildest heyetek biçe Îmraliyê û Ocalan li nexweşxaneyê tedawî bibîne. Parlamenter Nursel Aydogan di axaftina xwe de çaran bi bîr anî û wiha got: "Piştî derbeya leşkerî ya faşîst cunta hat ser kar. Gelê Kurd di şexsê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de berxwedan pêşdetir bir." Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.