Hevserokên KCK û Kongra-Gel hatin guhertin
Hevserokên KCK û Kongra-Gel hatin guhertin
Hevserokên KCK û Kongra-Gel hatin guhertin
Di 9’emîn Civata Giştî ya Kongra-Gel de di pergala KCK’ê de guhertin çêbûn û hevserok hatin guhertin. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat, ji bo Hevserokatiya Kongra-Gel jî Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.
Di Civata Giştî ya di navbera 30’ê Hezîran-5’ê Tîrmehê de pêk hat ji 4 parçeyên Kurdistan û derveyî welat 162 delege ku beşdar bûn, pergala KCK’ê ji nû ve hat destgirtin û 2 organên nû yên ji Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û Hevserokatiyê pêk tê, hatin avakirin.
Di 9’emîn Civata Giştî de ku biryarên dîrokê têde hatin girtin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bi dengdanê ji bo serokatiya giştî ya KCK’ê hat hilbijartin. Ji Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê re Cemîl Bayik û Besê Hozat û çar alîkarên ku ji du jin û mêran pêk tê jî bi hilbijartinan hatin diyarkirin.
Ji Hevserokatiya Kongra-Gel re Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.