Hevrikekî nû yê çep û pêvajoyeke zehmet li pêşiya Syrîza ne
Lîderê Syrîza Alexîs Tsîpras ku ji bo di 20'ê Îlonê de hilbijartin bê nûkirin îstifa kir, bi meheke zehmet a pêvajoya hilbijartinê re rû bi rû ye.
Lîderê Syrîza Alexîs Tsîpras ku ji bo di 20'ê Îlonê de hilbijartin bê nûkirin îstifa kir, bi meheke zehmet a pêvajoya hilbijartinê re rû bi rû ye.
Lîderê Syrîza Alexîs Tsîpras ku ji bo di 20'ê Îlonê de hilbijartin bê nûkirin îstifa kir, bi meheke zehmet a pêvajoya hilbijartinê re rû bi rû ye.
Her çend desteka raya giştî ya ji Tsîpras û Syrîza re hînê gelekî zêde be jî, dibe ku bi tena serê xwe nebe desthilatdar. Pirsgirêka herî girîng a Syrîza, rêxistinbûyîna nû ya bi nav Yekîtiya Gel e, ku ji aliyê wezîrê berê yê Enerjiyê Panagîotîs Lafazanîs û 25 wekîlên ji partiyê qut bûn ve duh hat avakirin.
Ji ber ku hînê biryara hilbijartinê nehatiye dayîn, li şûna Syrîza ya bi lîderiya Tsîpras divê Demokrasiya Nû (ND) hikûmetê va bike. Lê belê li şûan Serokê Giştî yê ND ê îstifa kir Andonîs Samaras hînê serokê nû nehatiye hilbijartin, lewma destê vê partiyê ji bo desthilatdariyê, qels e.
Ji ber ku rêxistinbûyîna bi navê Yekîtiya Gel a ji ND û Syrîza qut bûye, wê bi hikûmeta Berbanga Zêrîn a xwedî 17 kursiyan e hikûmetê ava neke û bi Syrîza re ji nû ve koalîsyonekê çêneke, xuyaye wê hilbijartina pêşwext pêk were. Her wiha ji nû ve avakirina koalîsyonê ji bo Syrîza, wê were wateya qebûlkirina rewşa ne serketî ya desthilatdariya 7 mehan.
Tê payîn ku di hilbijartinê de baskê çep ê ji Syrîza qut bûye, dengekî cidî werbigire. Rêveberên Syrîza di wê baweriyê de ne ku partiya nû ya bi lîderiya Lafazanîs, wê bi hêsanî benda ji sedî 3'an derbas bike.
Lafazanîs ku xîtabî derdoreke berfireh a di 5'ê Tîrmehê de bi rêjeya ji sedî 62'an ji paketa alîkariyê ya YE re gotibû 'na' dike, xwedî hedefeke mezin e. Lafazanîs û yên ji Syrîza qut bûn, giraniyê didin ser propaganda 'Tsîpras û hikûmet teslîmî YE bûn'.
Di anketa herî dawî ya 25'ê Tîrmehê de rêjeya dengê Syrîza ji sedî 33,6 bû. Tevî qutbûna baskê çep jî wergirtina vê rêjeyê, ji bo bibe partiay yekemîn wê avantajekê bide Syrîza, lê ji bo desthilatdariyê têrê nake. Ji ber ku bibe partiya yekemîn dikare 50 kursiyan bi awayekî otomatîk werbigire, şensê Syrîza heye ku bi hevkarê xwe yê koalîsyonê Anel re careke din bibe desthilatdar.