Hevdîtinên Viyanayê yên li ser Sûriyeyê dewam dikin
Hevdîtinên li Viyanayê yên ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, dewam dikin. Hêviyên li ser hikûmeta dema derbasbûnê jî her taloq dibin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stefan de Mîstûra tevlî civîna Koma Dostên Sûriyeyê bû, ku ji wezîrên karên derve yên 20 welatan pêk tê. De Mîstûra ji bo danûstandinên li Cenevreyê têk çûn ji nû ve bide destpêkirin, di nava hewldanan de ye.
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry têkildarî danûstandinên li Viyanayê axivî û diyar kir, ji bo çareseriya li Sûriyeyê demek heta meha Tebaxê hatiye diyarkirin.
Kerry da xuyakirin, ku ew dixwazin rejîm û mûxalefet heta meha Tebaxê çarçoveyke têkildarî dema derbasbûnê ya siyasî diyar bikin û anî ziman, ku ev dema hatiye diyarkirin demeke misoger nîne. Kerry diyar kir, bi pêşveçûnê re wê bernameya pêvajoyê bi cih bê û her kesê hurmetê nîşanî vê bide.