Hevdîtinên şandeya Yekitiya Star li Hewlêrê dewam dikin

Hevdîtinên şandeya Yekitiya Star li Hewlêrê dewam dikin

Şandeya Yeketiya Star di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomasî yên li Herêmê de li Hewlêrê serdana sê saziyên jinan yên Herêmê û Navnetewî kirin. 

Yeketiya Starê ku rêxistinek jinan ya Rojavayê Kurdistanê ye; di 15'ê Çileya 2005’an de hatiye damezrandin û xebatên xwe li ser pirsgirêkên jinan yên Rojavayê Kurdistanê û Sûryê dide meşandin. Yeketiya Star xebatên xwe yên rêxistinî ji bo tevayî jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûriyan dide meşandin. Ji bo xebatên xwe li her çar parçên Kurdistanê bidin meşandin, pêvajoya xebatên dîplomatîk daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 18'ê Gulana 2013’ê şandek ya Yeketiya Starê hate Herêma Kurdistanê û bi armanca pêşxistina têkiliyên di navbera xwe û rêkxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê xebatên xwe yên dîplomatîk destpêkirin. Bi vê armancê li bajarê Hewlêrê di pêşengtiya Berpirsa Têkiliyên Giştî yên Yeketiya Starê Nûjîn Yûsûf de serdana sê sazî û rêkxistinên jinan hate kirin. 

Şanda Yeketiya Starê çû serdana Birêveberiya Giştî ya Astengkirina Tundûtîjîya Dijî Jinan. Di hevdîtinê de destpêkê li ser herdû rêkxistinan aliyan agahi dan hev û piştre li ser pirsgirêkên jinê yên li tevayî Kurdistan û bitaybet yên Rojava û Herema Kurdistanê hate sekinin. Hevdîtina kû nêzîk saetek û nîv berdewam kirî de herdû aliyan keyfxweşiya xwe anî ziman û jibo têkiliyên di navbera xwe de xurtir bikin wê ji niha û pêde ji rewşa xebatên hev agahdar bin. 

Têkildarî hevdîtinê Rêvebera Giştî ya Birêveberiya Giştî ya Astengkirina Tundûtîjîya Dijî Jinan Kurdê Omer dîtinên xwe ji DİHA re anîn ziman û wiha got: "Hatina Yeketiya Star ji bo me cihê keyfxweşiyê ye kû li Rojavayê Kurdistan û Sûryê ev rêkxistine dikare di qada jinan de ji bo tevayî jinên Sûryê û Rojavayê Kurdistanê pêşketinên erênî bidest bixe. Yeketiya Star li Rojavayê Kurdistan û Sûryê bi dehan malen jinan damezrandine û di wan malan de xwedî li jinên kû li rastî hemû corên tundûtîjiyê tên tê sekinin û xwedî li mafên jinan derdikevin. Em hêvîdarîn di demek kinde Yeketiya Star li Rojavayê Kurdistan û Sûryê xebatên xwe di çarçoveya guhertinên distorî de bihêz bike.”

Şanda Yeketiya Star piştre çû serdana Encûmena Balay Xaniman (Encûmena Bilind a Jinan). Şand ji aliyê endamên Encûmena Bilind a Jinan Perwîn Hesen û Ronak Fereç ve hatin pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de bi awayek berfirek li ser xebatên herdû aliyan hate axaftin. Herdû aliyan guhdarî bername û projeyên hev yên jibo xizmeta jinan kirin. Di hevditinê de mijara herî girîng Tundûtîjiya li hember jinê û jibo çareseriyê çi pêwîst dike hate nîqaş kirin. Herwisa di dawiya hevdîtinê de Yeketiya Star û Encûmena Bilind a Jinên Başûrê Kurdistanê weke dû saziyên jinan yên Kurd serbilindiya xwe dan diyar kirin kû îro jibo çareseriya pirsgirêkên jina Kurd bi hev re dirûnin û jibo çareseriya wan xebat dimeşînin.

Piştî hevdîtin bidawîbû endama Encûmena Bilind a Xaniman Perwîn Hesen nêrînên xwe wiha anî ziman: “Naveroka hevdîtina me li ser bingehê naskirinê bû kû bikarîn di demê pêş de agahî ji xebat û çalakiyên hev bigrîn û di warê civakî, siyasî û aboriyê kû têkiliya xwe bi jinê re heye yekdengiyek bidin çêkirin. Di demê pêşde têkiliyên di navbera her dû rêkxistinan de bigihînîn asta jor.” Şanda Yeketiya Star piştre di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomasî de çû serdana Nûnertiya Iraqê ya Rêkxistina binavê Jin ji bo Jinê (Kvinna till Kvînna) ya Swêdê kû xebatên aştiyê birêvedibin. Şanda Yeketiya Star ji aliyê Nûnerên Rêkxistina Jin bo Jin Emelia Frennmark û Ala Riyanî ve hate pêşwazî kirin. Di hevditinê de dema ku ji aliyê Berpirsa Peywendiyên Yeketiya Starê Nûjîn Yûsûf ve têkildarî xebatên xwe agahî didan rastî eleqek mezin a nûnerên Kvinna til Kvinna hat. Nûnera Swêdî Emelia Frennmark têkildarî xebatên Yeketiya Star bi awayek berfireh pirs pirsîn û agahiyên berfireh ji şanda Yeketiya Starê girtin. Herwiha weke Rêxistina Kvinna till Kvinna bi naskirina Rêkxistina Yeketiya Starê û xebatên wê yên serkeftî keyfxweşiya xwe anîn ziman.

Berpirsa Têkiliyên Giştî yên Yeketiya Starê Nûjîn Yûsûf têkildarî xebatên xwe yên dîplomasî yên li Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Nûjîn da diyar kirin kû ji Rojavayê Kurdistanê cara yekê ye şandak ya rêkistina jinan tê Başûrê Kurdistanê lewra pêvajoya xebatên dîplomasî yên Yeketiya Starê li Herêma Kurdistan bi grîngî destnîşan kir û axaftina xwe wiha domand: “Herçendî kû dîplomasiya xebatên jin hebe jî lê di astek lewaz de ye. Lewra me xwest divê pêvajoya xwe ya hevdîtinên bi rêkxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê re di derbarê xebat û çalakiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de agahî bidin û têkiliyên xwe pêşbixîn. Li Rojavayê Kurdistanê di hemû aliyan de pirsgirêk hene û ev jî bandora xwe li ser rûh û jiyana jinê dike. Jibo vê jî me xwest rewşa jinan ya Rojavayê Kurdistanê ji rêkxistinên jinan yên Herêma Kurdistanê re bibêjîn û bingehê yeketiyêkê bidin rûnişkandin.” 

Nûjîn di dawiya axiftina xwe de keyfxweşiya xwe jibo pêvajoya dîplomasiyê ya hevdîtinên şanda Yeketiya Star û rêkxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê da diyar kirin û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Hatina me ya Başûrê Kurdistanê di aliyê yeketiya jinên Kurd de bawerî û hêviyek bi me re çêkir. Ev jibo me cara yekem bû, ji niha û pê ve jî emê serdanên xwe weke Yeketiya Star ji Başûrê Kurdistanê re Bidomînîn û rêxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê jî vedixwînîn Rojavayê Kurdistanê.”