Muzakereyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Yewnanîstanê dewam dikin. Hikûmeta Syrîza hewl dide ji sozên daye gel tawîzan nede. Tê gotin ku di nava du hefteyan de wê li Yewnanîstanê pirsgirêka lîkîdîte derkeve holê.
Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Yanîs Varûfakîs, di demeke ku muzakereyên bi YE re dewam dike de daxuyaniyek da û diyar kir ku di dayîna deynê cemaweriyê de welatê wî wê zehmetiyan bikşîne. Varûfakîs ragihand ku pirsgirêka lîkîdîte ya welatê wî 'lezgîn' e û anî ziman ku heta du hefteyan dibe ku ew dikarin diravdanê bikin.
Li Brukselê jî di mijarên teqawîtî, baca hêzahiya lêzêdebûyî û reforma xebatê de muzakere dewam dikin. Yekîtiya Ewropa û saziyên fînansî yên navneteweyî di berdêla hin tawîzên ji mafên civakî dixwazin dest ji wergirtina baca zêde ji yên xwedî hatineyên zêde bê berdan.