Hevdîtina şandeya BDP'ê ya bi Ocalan re hat taloqkirin
Hevdîtina şandeya BDP'ê ya bi Ocalan re hat taloqkirin
Hevdîtina şandeya BDP'ê ya bi Ocalan re hat taloqkirin
Ji ber ku Wezareta Edaletê ya Tirkiyê destûr neda, şandeya BDP'ê ya diviyabû îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bianiya, nikare biçe Îmraliyê.
Çûyîna Îmraliyê ya şandeya BDP'ê, ji ber nedayîna destûrê ya Wezareta Edaletê, hat taloqkirin.
Der heqê mijarê de Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan daxuyaniyek da ajansa nûçeyan ETHA û diyar kir, ku destûra ji bo çûyîna Îmraliyê ji aliyê Wezareta Edaletê ve nehatiye dayîn. Bûldan da xuyakirin, ku ji ber vê yekê ne diyar e, ka hevdîtinê kengî pêk were.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan herî dawî di 7'ê Hezîranê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.