‘Heta Ocalan azad nebe aşitî pêk nayê’
‘Heta Ocalan azad nebe aşitî pêk nayê’
‘Heta Ocalan azad nebe aşitî pêk nayê’
Komîsyona Mirovanê Aqilmend li Wanê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hatin cem hev. Di civînê de hate gotin ku, "Heta Ocalan serbest neyê berdan aştî pêk nayê."
Komîsyona Mirovanê Aqilmend li Wanê bi rêxistinên sivîl ên civakî, sendîka, komele, partiyên siysî, rojnameger, karsaz, oldar û rûspiyên civakê re li Otela Elîte Worldê hatin cem hev û guhdariya wan kir.
'DIVÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ YÊ KURDAN Û MAFÊN STATÛYÊ BÊN NASÎN'
Serokê Heyetê Can Peker axaftina vekirina civînê kir û diyar kir ku, ew ne nûnerên tu partiyên siyasî ne û tenê guhdarî kesên pê re hevdîtina dikin. Nûnerê Komeleya 78'an ê Wanê Abdullah Damarseçkîn diyar kir ku, di pêvajoyê de zimanê aştiyê nayê bikaranîn û wiha got: "Divê êdî hemû kes peyvên 'rêxistina teror' û 'teroîst' bikarneyne. Divê mafê zimanê zikmakî yê kurdan bê nasîn û statûya wan di makezagonê de bê parastin." Damarseçkîn xwest ku Girtîgeha Amedê bibe "Muzeya Mafên Mirovan." Sekreterê Lijneya Rêvebera a Odeya Avahîsazên Wanê Şemsettîn Bakir jî diyar kir ku, pirsgirêka Kurd ji nişka ve derneket holê û wiha got: "Ji ber ku riyên siyasetê hatin girtin PKK derket holê. Niha dem dema aştiyê ye. Li aliyekî Serokwezîr bi dehan şêwirmendên xwe re nîqaşa pêvajoyê dike li aliyê din Birêz Ocalan bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin. Divê ji wir bê derxistin." Berdevkê Demê yê KESK'ê Nîzamettîn Baglan jî diyar kir ku, divê her du alî weke hev tevlî pêvajoyê bibin û divê şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin.
'DIVÊ EFÛYA GIŞTÎ BÊ ÎLANKIRIN'
Nûnerê Înîsiyatîfa Azadî yê Wanê Prz. Abdulbasît Bîldîrîcî jî diyar kir ku, divê pergala eyaletê pêk bê û rêveberên herêmî bên bihêzkirin, efûya giştî bê îlankirin û divê hemû siyasetmedarên kurd ên di operasyona "KCK'ê" de hatin binçavkirin serbest bên berdan. Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê Şehvan Karakoyun jî divê dewlet ji kurdan û Kurdistanê lêborînê bixwaze. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik jî diyar kir ku, divê zimanê aştiyê bê bikaranîn û şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin. Serokê Odeya Pîşe û Bazirganiyê yê Wanê (VATSO) Mîrza Nadîroglu jî destnîşan kir ku, divê parlementoyên herêmê bên avakirin û wiha got: "Divê pergala serokatiyê bê qebûlkirin û parlementoyên herêmê bên avakirin." Serokê Komeleyan Karsazên Ciwan ê Wanê Kadrî Salaz jî diyar kir ku Serokwezîr li ser navê dewletê lêborîn ji Dêrsimê xwest lê lêborîn ji Roboskiyê nexwest û divê lêborînê bike. Nûnerê Sendîkaya Hak-Îş'ê yê Wanê Abdulkerîm Arslan jî diyar kir ku, 30 salin li herêmê rewşa awarte heye.
'DIVÊ REWŞA EWLEHÎ BÊ TESÎSKIRIN'
Endezyarê Nexşeyê Umît Keser jî da zanîn ku, divê têkildarî pêvajoyê de rewşekî ewlehî pêk bê. Endama Rêxistina HDP'ê ya Wanê Dîba Keskîn aşkera kir ku, di pêvajoya aştiyê de navê kurdan nayê telaffuzkirin û heta ewlehiya makezagonî neyê dayîn ew tu tiştî qebûl nakirin. Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Vesfiye Kiye jî anî ziman ku, ew aştiyekî bi rûmet dixwazin û divê êdî ji kurdan re nebêjin "Terorîst" û wiha got: "Abdullah Ocalan serokê me ye. Heta ew azad nebe aştî çênabe. Divê girtîgeh bên valakirin. Me bedelên gelek mezin dan. Em doza axa û welatê xwe didin. Em dê heta dawiyê vê têkoşînê bidin." Dayîka Aştiyê Rukiye Aslan jî diyar kir ku, wê 3 zarokên xwe di pevçûnan de winda kirin û wiha got: "Ji 1920'an heta niha her tim sozan didin kurdan. Lê di dawiyê de wan di xapînin û qetil dikin. Lê Kurd xilas nebûn. Zarokên me ji bo mafên xwe derketin çiyayan. Di vî şerî de nêzî 30 hezar kes şehîd ketin. Hemû zarokên me bûn. Aştî tenê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk bê. Heke Ocalan azad nebe aştî pêk nayê. Divê hemû kes vê yekê bizane."
'DEWLET, DEWLETA BERÊ NÎNE'
Pişt re careke din Serokê Heyetê Can Paker mafê axaftinê girt û anî ziman ku, dewlet dewleta berê nîne û wiha got: "Di navbera dewleta borî û desthilatdariya niha de cudahî hene. Bi pêvajoya aştiyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Dê bikeve riya çareseriyê. Bêdengbûna çekan dê derfetê bide çareseriya pirsgirêka Kurd."
LI SALONÊ RAGEŞÎ
Pişt re Nivîskara Rojnameya Starê û Endama Heyetê Sîbel Eraslan axivî û bi gotina "PKK'ê li Amedê mamosteya revand û guhên wî birîn" li salonê rageşî pêk anî. Endamên Dayîkên Aştiyê gotin gotinên Eraslan yek alî û heqaretin û ji ber vê yekê ew dê salonê terk bikin û ligel wan komekî nûnerên rêxistinên sivîl jî salon terk kirin. Endama Heyetê û Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker ket navberê û careke din kesên salon terk kirin vegerandin salonê. Teker bal kişand ser axaftina Eraslan û wiha got: "Em bi salan li vê herêmê cenazeyên çavên wan hatin derxistin, guhên wan hatin jêkirin û bedenên wan hatin perçekkirin me rakirin. Hevalê me fikra xwe got. Em hûrmetê nîşan didin."
Civîna heta derengî şevê berdewam kir bi xwarina hate xwarin bi dawî bû.