Hesreta wan rakirina 'xetê' û azadbûna Kobanê ye
Hesreta wan rakirina 'xetê' û azadbûna Kobanê ye
Hesreta wan rakirina 'xetê' û azadbûna Kobanê ye
Kobaniyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin, trajediyeke sed salî raxistin pêş çavan. Kobaniyên ji sînor derbas bûn, ku ev sînor ji aliyê Kurdan ve weke 'xet' tê binavkirin, malbat û gund ji hev veqetand, çûn cem xizmên xwe yên li ser xetê. Gundiyên Qopê ku bi parçebûna gundê Elîşarê re gundê wan ava bû û Elîşerî kirin mêvanê xwe, dixwazin sînor ji holê bê rakirin û gundên wan ên xizmên hev in, bibin yek.
Hewldana dagikirinê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, trajediya sînor a 100 salî careke din raxist pêş çavan. Kobanê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Girê Spî, navçe û bi sedan gundên wan ên bi Peymana Skyes Picot re hatin parçekirin, beşekî xwe li ser xetê hiştin. Gundiyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin, çûn cem malbatên xwe yên li ser xetê. Yek ji van gundan Elîşer e ku li rojhilatê Kobanê ye. Gundiyên Elîşarê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li cem xizmên xwe yên li gundê Qopê yê li ser xetê bicihb ûn. Qopî ji xizmên xwe re mal çêkirin, jiyana xwe parve kirin. Hem Qopî hem jî Elîşarî dixwazin sînorê bêwate ji holê bê rakirin û li benda roja azadkirina bin xetê ne.
'BILA EV SÎNOR BÊ RAKIRIN'
Zuleyha Sinaci (24) a li gundê Qopê, ku xwişka xwe ya mezin Şemsî Sîna (49) a li gundê Elîşarê û xwarziya xwe Nesra Mehmûd (25) kir mêvanê xwe, kêfxweşiya xwe ya ji ber vehewandina xwişka xwe ya mezin û xwarziya xwe anî ziman. Lê di heman demê de xemgîniya xwe ya ji ber dagirkirina gundê wan ji aliyê çeteyan ve bilêv kir. Sinaci anî ziman ku wan ji xwişka xwe ya mezin re xanî çêkirine û got, "Bila êdî ev sînor rabe. Her du jî gundê me ne. Êşa wan êşa me ne."
Nesra Mehmûd diyar kir ku ew hatine cem xalanê xwe , xwest sînor bê rakirin û destnîşan kir ku dema Kobanê azad bû ew ê li gundê xwe vegerin.
'EM Ê KURDISTANÊ BIPARÊZ IN'
Şemsê Sîna da xuyakirin ku ew hatine gundê xwe, pirsa 'Çima Erdogan berê van çeteyan daye me?' pirsî û got, "Ev der jî ew der jî xaka me ye. Ev heywan mirovan serjê dikin, keçên me difiroş in, dest diavêjin wan. Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne, em ê Kurdistanê biparêzin. Em ê taliyê vegerin xaka xwe. Bila kes nefikire ku em hatine vê derê û ketine ber destê wan. Zarokên me li wir in. Em ê di dawiya dawî de vegerin. Bila Kurd dest bidin hev, dest ji xaka xwe bernedin."