'Hesabgirê' Aûschwîtzê li pêşberî dadgehê ye

Darizandina kesên di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de di Qirkirina Yahûdiyan de cih girt, piştî 70 salan dewam dike.

Darizandina kesên di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de di Qirkirina Yahûdiyan de cih girt, piştî 70 salan dewam dike. Oskar Gronîng ku weke hesabgirê Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê tê zanîn, ji ber sûcê 'hevkarî li sûcê giran ê kuştinê kiriye' îro li Lunebûrgê derdikeve pêşberî dadger.

Gronîng ê îdîa dike ku ew tevlî kuştina 1,1 mîlyon Yahûdiyên li kampê nebûye, ji ber komkujiyên li kampê gelek caran xwestiye biçe eniya şer û ev daxwaza wî hatiye redkirin.

Oskar Gronîng, di desteserkirin û şandina pereyên Yahûdiyên ji bo Berlînê rol lîstibû. Gronîng ê di sala 1944'an de çû eniyê, mehek piştî şer bi yekîneya xwe ya teslîmbûyî re ji aliyê Îngilîzan ve hat girtin.

Oskar Gronîng ku di sala 1948'an de serbest hat berdan, piştî vê demê 'jiyaneke normal' dewam kir, zewicî û bû xwedî du zarokan.

Li gorî îdîaya Gronîng, rûbirûbûna bi paşeroja Nazî re di sala 1985'an de pêk tê. Gronîng anî ziman ku di wê demê de hevalekî wî pirtûkek li ser înkarkirina Qirkirina Yahûdiyan daye wî û wî der heqê pirtûkê de gotiye, "Ez li wir bûm. Hemû rast in."

Oskar Gronîng piştî vê bûyerê dest bi nivîsandina bîranînên xwe kir û di sala 2003'an de di dokûmantereke BBC de weke şahid cih girt. Gronîng piştre di axaftinên xwe yên ji bo medya Elman de behsa Aûschwîtzê kiribû.

Gronîng da xuyakirin ku ji bo neyê darizandin wî pirsgirêkên tenduristiyê ji xwe re nekiriye hince û îdîa kiribû ku wî di qirkirinê de rol nelîstiye. Gronîng got, "Min rola xwe weke diranê biçûk ê mekanîzmayê pênase dikir. Eger hûn vê yekê weke sûc qebûl bikin, ez sûcdar im. Lê belê ji aliyê hiqûqî ve ez bê guneh im."

Endamê berê yê SS, di hevpeyvîna xwe ya sala 2005'an a bi kovara Der Spîegel re de gotibû, "Ti carî dilê min rehet nebû" û anîbûziman ku wî bûyerên li Aûschwîtzê ji bîr nekiriye.