Hesabgirê Auschwitz rastî 4 sal cezayê girtîgehê hat
Oskar Gronîng ê di Duyemîn Şerê Cîhanê de hesabgirê kampa Auschwîtz-Bîrkenau bû, ji alîkariya sûcê komkujiya komî rastî 4 sal ceza hat.
Oskar Gronîng ê di Duyemîn Şerê Cîhanê de hesabgirê kampa Auschwîtz-Bîrkenau bû, ji alîkariya sûcê komkujiya komî rastî 4 sal ceza hat.
Gronîng ê 94 salî ku li Elmanyayê dijî, ji aliyê dadgeha Luneburg a dihat darizandinê, ji ber alîkarî daye kuştina 300 hezarî zêdetir kesî, sûcdar hat dîtin.
Berê gelek caran hatibû xwestin ku Gronîng bê darizandin lê ji ber delîlên kêm û ji ber rayedarekî Nazî yê profîla wî kêm e, derneketibû pêşberî dadgehê.
Li gorî îfadeyên şahidên Auschwîtz, Gronîng di pêvajoya ku di kampê de maye kes nekuştiye. Gronîng li kampê hesabgirî dikir û hewcedariyên kampê peyda dikir.
Gronîngî heta îro di aliyê rola xwe de ti tiştek negotibû û beriya biryara dadgehê berpirsyariya xwe ya exlaqî qebûl kiribû, lê gotibû ti tiştekî xerab nekiriye.