Di xebatên rizgarkirinê yên ji aliyê 6 keştiyên Îtalya û keştiyeke Norwêcê ve hat meşandin de, 2 hezar penaberên hewl didan bi bot û keştiyên biçûk di ser Derya Spî re derbas bibin, hatin rizgarkirin.
Ji aliyê du keştiyên bi navê Cîgala û Vega ve 940 penaber hatin rizgarkirin. 300 penaberên din jî ku bi 3 botên cuda li Derya Spî bûn, ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravê ve hatin rizgarkirin. Her wiha hat ragihandin ku bi qasî hezar penaberên din ji aliyê ekîban ve hatine rizgarkirin.
Di kar û hewldanên duh tevahiya rojê de, herî kêm 2 hezar 200 penaber hatin rizgarkirin. Hin çavkanî radigihînin ku bi giştî 3 hezar mirov hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ji koma 432 kesan a ji Misirê bi rê ket û ji aliyê keştiyên Îtalyayê ve hat rizgarkirin, bazirganên mirovan ji serê her mirovî 2 hezar Euro distînin. Hat ragihandin ku ev mirov bi keştiyeke ku di rewşeke asayî de nabe rêwîtî pê bê kirin, tên şandin.
Ji destpêka vê salê û vir ve hejmara penaberên hatin Îtalyayê 104 hezar derbas kir. Hejmara penaberên hatin Yewnanîstanê 135 hezar derbas kir. Lê belê ji ber ku li Yewnanîstan û Îtalyayê bi têrkerî derfetên penaber xwe lê bistirînin nînin, piraniya penaberan van welatan weke qadeke derbasbûnê bi kar tînin. Duh bi qasî 1.500 penaber ji Yewnanîstanê derbasî Makedonyayê bûbûn, lê di encama destwerdana polîsan de pêşî li wan hatibû girtin.
Ji ber zêdebûna hejmara penaberan, partiyên rastgir ên li Îtalyayê zexteke giran dikin. Partiyên rastgir ên bi navê Lîga Bakur û Forza Îtalîa, li dijî rizgarkirina penaberan derdikevin û pêşniyar dikin ku li Lîbyaya hînê şerê navxweyî lê heye, bên ragirtin.