Wezîrê Hawirdorê ya Fransayê Segolene Royal ku serokatî ji Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re kir, da xuyakirin ku hejmara welatên soz dane mora xwe deynin binê peymana avhewayê, 120 derbas kiriye. Royal da xuyakirin, armanca wan îmzekirina 100 welatan bû û got, "Ji niha ve 120 welatan soza îmzekirinê dane."
Wezîra Fransayê da zanîn, duh Hîndîstanê jî ragihand ku ew ê di 22'ê Nîsanê de mora xwe deyne binê peymanê. Wezîr ragihand, merasîma îmzekirinê wê li New Yorkê pêk were û bi qasî 60 welat di asta Serokdewlet û Serokwezîr de beşdar bibe. Segolene Royal bibîr xist, ku DYA û ÇÎn jî wê peymanê mor bikin û bi vî rengî piraniya dewletên mezin wê vê peymanê qebûl bikin.
Li gorî peymana di COP21 de hat afirandin, tê xwestin ku asta germahiya global li gorî serdema berî pîşesaziyê herî zêde di 2 dereceyan de bê ragirtin. Di çarçoveya peymanê de her wiha wê ji sala 2020'n û pê ve salane 100 mîlyar dolar alîkarî ji welatên xizan re bê dayîn.
Ji bo peyman karibe bikeve meriyetê, divê 55 welatên ji sedî 55 ê belavkirina gaza zerarê dide atmosferê berpirsyar in, îmze bikin û li parlamentên van welatan peyman bê erêkirin.