Herêma Euro krediyên ji bo Yewnanîstanê erê kir
Ji bo serbestberdana krediyên di çarçoveya paketa alîkariyê ya ji bo Yewnanîstanê de, Herêma Euro beşa destpêkê erê kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Mekanîzmaya Stabîlîteya Ewropa (ESM) a ji Wezîrên Maliyeyê yên welatên Herêma Euro pêk tê de, hat ragihandin ku paketa alîkariyê ya ji bo Yewnanîstan, hatiye erêkirin. Bi erêkirinê re tê payîn ku beşa destpêkê ya krediyên ji Yewnanîstanê re bê dayîn ku ji 23 mîlyar euroyî pêk tê, di demeke kurt de serbest were berdan.
Destûr ESM, piştî erêkirina pakêta alîkariyê ji aliyê Meclîsa Federal a Elmanya Bundestagê ve, pêkan bû.
Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro, roja Înê biryarek dabûn û li ser krediyên ji Yewnanîstanê re bên dayîn li hev kiribûn. Ji 23 mîlyar euroyên ji Yewnanîstanê re bê dayîn wê 10 mîlyar euro ji bankayan re bê dayîn, 13 mîlyar euro jî wê ji bo dayîna deynan bê bikaranîn. Atîna divê 3,4 mîlyar euro bide Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) û ji bo krediyên beriya niha 7,1 mîlyar euro bide ECB.
Beşa 3 mîlyar euro ya ji krediya 23 mîlyar euroyî jî, wê li gorî reformên li Yewnanîstanê bikevin meriyetê, di mehên Îlon û Cotmehê de pêşkêşî Atînayê were kirin.