Hemwelatiyên Azad û Yeksan: Divê Barzanî lêborînê bixwaze
Hemwelatiyên Azad û Yeksan: Divê Barzanî lêborînê bixwaze
Hemwelatiyên Azad û Yeksan: Divê Barzanî lêborînê bixwaze
Meclîsa Hemwelatiyên Azad û Yeksan li Bexda civîna xwe ya mehane li darxistin û pîrozbahî li avabûna meclîsa damezrîner a ji bo rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Her wiha daxuyaniyên Barzanî hatin şermezarkirin û jê hat xwestin, ku lêborîna xwe ji gelê Rojavayê Kurdistanê bixwaze.
Li paytexta Iraq Bexdayê, Meclîsa Hemwelatiyên Azad û Yeksan duh civîna xwe ya mehane lidar xist. Civîn bi amadebûna bi dehan endam û mêvanan pêk hat. Di civînê de li ser kar û çalakiyên dema derbasbuyî nirxandin hatin kirin. Herwiha di civînê de li ser rewşa civakî û siyasî, guftugu hatin kirin.
Di dawiya civînê de rewşa siyasî ya herêmê bi taybetî jî ya Rojavayê Kurdistan’ê nirxandin hatin kirin. Hemû endamên di civînê de kêfxweşiya xwe ya ji bo îlankirina meclîsa damezrîner a ji bo rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Her wiha di civînê de rexne li nirxandinên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ya ku digot; ‘ li Rojava şoreş nîne’ hatin kirin û hat gotin, “pêwîste Barzanî ji gelê Kurd û gelên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, lêborîn bixwaze.”