'Hemû aliyên li Lîbyayê divê tevlî peymana Skîrat bibin'

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji hemû partiyên li Lîbyayê xwest ku xwedî li peymana di navbera aliyên li hemberî hev şer dikin de hatiye morkirin, derkevin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji hemû partiyên li Lîbyayê xwest ku xwedî li peymana di navbera aliyên li hemberî hev şer dikin de hatiye morkirin, derkevin.

Li Lîbyayê, ku ji ber şerê navxweyî yê sala 2011'an û vir ve dewam dike du parlament hene, aliyên li hemberî hev şer dikin roja Şemiyê li bajarê Skîrat ê Fasê peyman ek mor kirin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser peymanê daxuyaniyek da û hemû 'aliyên li welêt' xwest ku destekê bidin vê peymanê.

Di deklarasyona hevpar a welatên endamên Konseya Ewlekariyê de hat ragihandin ku ji bo pêşvebirina diyaloga li Lîbyayê divê hemû alî bikevin nava hewldanan. Di deklarasyonê de bal hat kişandin ser girîngiya avakirina hikûmeteke yekîtiya neteweyî û ji nû ve avakirina welêt.

Nûnerên taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Bernardîno Leon di axaftina xwe ya roja Çarşemê ya li Civata Giştî de ji hemû partî û rêxistinên çekdar ên li Lîbyayê xwestibû, ku destekê bidin peymanê.

Li Lîbyayê, DAIŞ jî di nav de hebûna gelek rêxistinên çete yên çekdar, weke gefekê tê dîtin. Li vî welatî yek jê li paytext Trablûsê ya din jî li bajarê Tobrûk ê li rojhilatê welêt 2 parlamentên ji hev cuda hene. Neteweyên YekbûYî parlamenta Tobrûkê nas dike û weke mûxatap dibîne.