Hemo: Planên êrişa li dijî Efrînê li Tirkiyê hatin kirin
Hemo: Planên êrişa li dijî Efrînê li Tirkiyê hatin kirin
Hemo: Planên êrişa li dijî Efrînê li Tirkiyê hatin kirin
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo da xuyakirin ku, êrişên li dijî Efrînê li Tirkiyê hatine plankirin û bi girtina deriyê sînor ê Başûr re van êrişan destpê kirine. Hemo destnîşan kir ku armanca van êrişan têkbirina deskevtiyên Kurdan û pêşîgirtina Kurdan li beşdariya Konferansa Cenevreyê ye.
Êrişên komên çete yên li dijî Efrînê û ambargoya piştî van êrişan hat danîn, meheke xwe temam dikin. Armanc û piştperdeya van êrişan, Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo ji ANF'ê re nirxand. Hemo destnîşan kir ku planên êrişên li dijî Efrînê li Tirkiyê hatine kirin.
HELWESTA HÊZÊN BAŞÛRÎ CESARET DA ÊRIŞAN
Fermandarê YPG'ê da xuyakirin ku bi destpêkirina êrişên li dijî Efrînê re deriyê sînor ê Sêmalka hatiye girtin û hukûmeta Başûrê Kurdistanê hejmare zêde pêşmerge li ser sînor bicih kiriye. Hemo got, "Ez nizanim ka di navbera hukûmeta Başûrê Kurdistanê û komên êrişî Efrînê kirine de peymanek heye yan na. Dîrok wê vê zelal bike. Lê girtina deriyê sînor ê Sêmalka û bicihbûna pêşmergeyan li ser sînor, cesaret daye komên çete ku êrişî Efrîn û Serêkaniyê bike." Komên çete digotin; 'Kurd bi hev ketine, pirsgirêk di nava Kurdan de derketiye û ev yek jî Kurdan qels dike. Ji xwe eger nakokiyên nava wan ewçend kûr be, li ti deverê nikare li hemberî me rawestin.' Bi vê têgihiştinê dest bi êrişan kirin."
NAKOKIYÊN NAVBERA KOMÊN SIYASÎ BANDORÊ LI YPG NAKE
Fermandarê YPG'ê diyar kir ku komên çete di van hesabên xwe de şaşiyek kir û got, "YPG, li ser nakokiyên siyasî ava nebû. Bi felsefeya parastina berjewendiyên gelê Kurd avabû. Ji ber ku li ser vê xet û felsefeyê ava bû, nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Kurd bandorê li YPG'ê nake. YPG ket sala 3. a damezrandina xwe. Û xwe li ser parastina mafên netewî yên gelê Kurd perwerde dike. Ji ber vê yekê pirsgirêkên siyasî yên di nava Konseya Bilind a Kurd û sînorê Başûrê Kurdistanê, bandor li YPG'ê nekir. Eger YPG'ê xwe li gorî tevgereke siyasî bi rêxistin kiribûya wê bi bandor bibûya. Û hesabên komên çete yên li ser vê bingehê pûç bûn. YPG'ê gav bi gav li her qadê derbe li komên çete xist. Gund bi gund, komên çete qewirand."
BI MASKEYA XWESTINA ALÎKARIYÊ, ÊRIŞ KIRIN
Fermandarê Giştî yê YPG'ê da xuyakirin ku êrişên komên çete li Dêrmişmişê destpê kir û der heqê mijarê de ev agahî da: Komeke çete beriya bi demekê hat vê herêmê û bi navê penaberiyê xwestin li avahiyeke vala bicih bibe. Gelê me jî deriyê xwe li wan vekir. Lê gava êrişan destpê kirin, me dîtin ku vana çekên xwe yên giran derxistin û êrişî me kirin. Ji ber vê yekê, me ji wir dest bi paqijkirina wan kirin. YPG'ê bi berxwedaneke destanî, ji wî gundî destpê kir û gund bi gund komên çete yên li ser navê OSO tevdigeriyan, qewirand. Piştî pevçûna 10 rojan destpêkê ji wî gundî hatin derxistin, dûre jî bi dorê ji Cilbir û Bênê komên çete hatin qewirandin. Komên çete gundên Bênê û Basilê ji xwe re kiribûn weke biryargehê û dixwestin êrişên li dijî Efrînê ji van deveran bimeşînin. Destpêkê ev herêm hat dorpêçkirin û komên çete jê hatin derxistin û dûre tevahliya herêmên Kurdan ket bin kontrola YPG'ê. Encama herî girîng a ji vê derê derket holê ew e; ku wan di şer de wenda kirin. Ti vîna van koman neman."
LI HEMBERÎ ÇEKÊN GIRAN, VÎNA BERXWEDANÊ YA YPG'Ê BI SER KET
Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo bal kişand ser peyamana YPG'ê ya bi koman re û diyar kir, ku ev gel divê karibe biçe Heleb, Şam û bajarên din, lewma ew ji bo ev rê werin vekirin, bi komên çekdar re rûniştine. Hemo got, "Tevî ku di warê leşkerî de komên çete bi temamî têk çûn jî, me ji wan re gotin ew li dora masê rûnên, li hev bikin. Ev peyman li ser çar maddeyan bû. Li gorî vê peymanê kontrola van gundan wê di destê YPG'ê de be. Rêyên Efrînê bi temamî werin vekirin. Maddeya herî girîng jî, kujerên berpirsyarê Lîva Tehvîd Şamîl ê di roja destpêkê ya şer de hat kuştin, were ronîkirin. Wan bi xwe di nava xwe de ew kuştin. Bi komployekê ew kuştin û li ser vê yekê êrişan destpê kir. Weke sedema van êrişan jî, kuştina wî kesî nîşan dan. Di vî şer û êrişan de yekîneyên me bi helengî li ber xwe dan. Gelê me jî bi heman rengî li ber xwe da. Ji ber vê yekê em bi ser ketin. Gelê Efrînê 24 saetan ji bo vê berxwedanê li ser piyan bû. Ev berxwedana gel, komên çete tirsand. Di destê komên çete de çekên giran gelek bûn. Lîva Tevhîd 13 tank meşand. Lê belê, yekîneyên me bi giyara xwe ya bexwedanê û bi piştgiriya gelê me, ev komên çete têk birin."
GEL DIXWAZE XANIYAN DARIZÎNE
Fermandarê YPG'ê bal kişand ser du komên Kurdan ên bi OSO re tevdigere û diyar kir ku komên Tabûra Selahaddîn û Yûsûf El Azma pêşengiya van êrişan kiriye. Hemo da xuyakirin ku tevî van koman li pêş şerê li hemberî wan cih girtin jî wan nehiştin, ev herdu kom di hevdîtinê de amade bin û got, "Ji ber ku ew herdu kom xayin bûn. Me weke şert ji OSO re gotin, divê ew kom di hevdîtinan de ne amade bin û di encamê de jî ne amade bûn. Ez dikarim vê bêjim; eger berpirsyarê wê koma Yûsûf El Azma xwe weke Kurdekî dibîne, bila îro weke gundê Bênê û li wir ji xwe re bêje "Ez Kurd im". YPG wê dest nede wî. Lê gelê Bênê ne weha ye. Ji ber ku ew dizane, wî çi anî serê wî gelî. Ne em, gel dixwaze wan xayinan darizîne. Weke Kurdekî ez dibêjim, ev herêm herêma Kurdan e, êrişa li dijî van herêman xayintî ye. Dibe ku pirsgirêk di nava me de hebe, lê nabe em vî gelî, vî welatî bikin qurbanê van pirsgirêkên xwe. Lê ew bi vî rengî nafikirin. Werin em di nava xwe de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û hal bikin. Lê nehêlin hêzên derve axa me dagir bike."
ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ PRESTÎJA WAN TÊK BIR
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo ragihand ku bi êrişên li dijî Efrînê re, nêzîkatiya komên çekdar a li şoreşê zelal bûye û got, "Van êrişan prestîja wan têk bir. Dest ji şerê li hemberî rejîmê berdan, hatin vê derê li hemberî me şer kirin. Hatin cihekî ku ti saziyên dewlet û hêzên dewletê tineye, li hemberî me şer kirin. Ev yek nîşan dide, ku ev hêz çiqasî alîgirên şoreşê ne. Nîşan dide ku armanca van şoreş e yan na. Berdevkê derve yê Lîva Tevhîd Îmal Sîmal bi devê xwe got, divê em vî karî bi lezgînî biqedînin. Ji ber ku lîstika di nava lîstikê de dît. Derket holê ku ev komên xayin ên Kurd ên di nava wan de çûne bi Tirkiyê re hevdîtin kirine. Salah Bedrettîn û berpirsyarên wan ên din çûn Tirkiyê û ji Tirkiyê re gotin; wan hêzeke cûda ava kirine, hêzeke bi navê Îttîhat siyasî ava kirine û hina şer dikin. Min wê rojê bi nûnerên partiyên din ên di nava wê îttîhat siyasî re hevdîtin kir û behsa rewşê kir. Min ji wan re got, li ser navê axiviye û ji Tirkiyê re gotiye. Li gorî plana wan kir; êriş wê ji derve destpê bikira û ewê jî ji hundur ve Efrîn bixista kontroa xwe. Lîva Tevhîd mîna hat plankirin, êrişa ji derve ve destpê kir. Şer 25 rojan dewam kir. Lê dîtin ku yên ji wan re gotine ewê jî ji hundur ve bikevin nava tevgerê, tiştek nekirine. Vê carê jî wan ji van xayinan re bi rêya têlsizê xeber dan. Ji wan re gotin, we me xapandine."
PLAN DIKIRIN, JI BAŞÛR PÊŞMERGEYAN BÎNIN
Fermandarê YPG'ê gotûbêjên ku dibêjin YPG destûrê nadin hin pariyên siyasî hêzên xwe yên leşkerî ava bikin û di vê mijarê de weha peyivî;
"Hêza vana tineye, hêzeke leşkerî ava bikin. Bi tenê diaxivin. Hina plan dikirin ji Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan bînin. Mîna ku gelê Rojava nikare ji bo parastina xwe hêzekê ava bike, plan dikirin ku ji Başûr pêşmergeyan bînin. Ev yek heqaretek li gelê Rojava ye. Ji ber ku ev gel li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşiyaye. YPG hêzeke ji zarokên vî gelî ye. Eger ji devereke din hêz bihata anîn, ev dihat wê wateyê ku em nikarin xwe biparêzin, nikarin xwe bi rêve bibin.
Hinek hatin xwestin tevlî YPG'ê bibin. Yek ji van jî endamê Partiya Yekitiya demokratîk a Kurdên Sûriyê Ela Kasim bû. Gava êrişên li Serêkaniyê destpê kirin, ew tevlê bû û bi lehengî şehîd ket. Mirovekî durust û paqij bû. Di haya qîmeta welat û azadiya xwe debû. Ev partiyên siyasî yên dixwazin hêzeke leşkerî ava bikin, xwe nêzî hevdîtinan jî nakin. Nêzîkatiyên bi vî rengî, em weke xerakirina ewlekariya herêma Kurdan dibîn.
Niha 10-15 kes li hev kom dibin û dibêjin navê me ev tabûr e. Ev ne çanda me Kurda ye. Ev çanda OSO ye. Ew çend kes tên gel hev û navekî li xwe dikin."
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo destnîşan kir, ku armanca êrişên ev nêzî meheke tên kirin, pêşîgirtina li tevlêbûna Kurdan bi navê Konseya Bilind a Kurd li Konferansa Cenevreyê ye û têkbirina hemû deskevtiyên Kurdan e. Hemo destnîşan kir, ku weke YPG têkoşîna wan ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd wê di asta herî bilind de dewam bike.