Helebceya Şehîd daxwaza azadiya Ocalan dike
Helebceya Şehîd daxwaza azadiya Ocalan dike
Helebceya Şehîd daxwaza azadiya Ocalan dike
Li Helebceya Şehîd kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî bigermahî hate pêşwazî kirin û di nava 4 demjimêran de hezar û 600 îmze hatin berhev kirin.
Duh di çarçeveya kampanya ya yek milyon îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Helebceya Şehîd bi awayekî germ ji aliyê gel ve hat pêş wazî kirin.
Di çarçoveya 5 milyon îmza a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan û girtiyên siyasî berî demekî li qada navnetewî hatibû destpêkirin û li Başûrê Kurdistanê ji bi navê yek milyon îmze di serê meha Gulanê de hatibû destpêkirin, bi vê boneyê li bajarê Helebce ji destpêkir. Li ser navê endamên kampanyayê Elî Îbrahîm Resul ragahand uu, “ Me bi mebesta komkirina îmzeyan serdana Helebceya Şehîd kir û em ji aliyê gel ve bi awayekî germ, coş û heyecanekê hatin pêşwazîkirin. Ev ji nîşana cihê rêz û xweşiyê ya niştecihên Helebceye ji bo doza rewaya gelê Kurd û kesayetiya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî em vê coş û heyecana gelê Helebceya Şehîd texdîr dikin û spasiyên xwe pêş kêş dikin.”
Her wiha Resul di dewama axivtina xwe de got: “ Di navbera 4 demjimêran de li bajarê Helebce nizîkî hezar û 600 îmze hatin komkirin û hewil didin serdana hemû bajar, bajarok, navçe û gundên derdor bikin û bi vî awayî xwe bigihîn gelê binirxê deverê. Em bi bawerîn ku gelê me wefadare ji bo Rêber Apo û girtiyên siyasî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê.”