Hejmara Cerdevanan tê zêdekirin

Hejmara Cerdevanan tê zêdekirin

Tevî pêvajoya çareseriya demokratîk jî Hikûmeta AKP’ê dixwaze pergala cerdevaniyê berfireh bike. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin li Wan’ê di nava 3 mehên dawî de hejmara cerdevanên ku 7 hezar û 320 bû 960 cerdevan lê hatin zêde kirin û hejmar derket 8 hezar û 280 cerdevan.

Tevî ku KCK'ê agirbest îlan kir û HPG’ê di 8’ê gulanê de dest bi vekişîn kir jî Hikûmeta AKP’ê hewldanên xwe yên wekî avakirina qereqolan û pêşxistina pergala cerdevaniyê didomîne. Di vê pevajoya ku divê pergala cerdevaniyê bê bidawî kirin tevî hemû bertek û nerazîbûnên rêxistinên saziyên sivîl li navçên Wan’ê û gundên wê kadroyên cerdevaniyê yên nû tên dayin.

Li Wan û gundên grêdayi wê 7 hezar û 320 cerdevan hene. Li gorî daneyên nûçegîhanê DÎHA'yê Erdogan Altan xwe gihandiye, di 3 mehên dawî de hejmara cerdevanan 960 lê hat zêdekirin û ev hejmar derket 8 hezar û 280 cerdevanî. Berdevkê komîsyona şopandinê ya Wan’ê Yilmaz Berkî bertek nîşanî vekirina qadroyên cerdevaniyê da û destnîşan kir ku qadroyên cerdevaniyê yên nû dê zerarê bide pêvajoyê. Berkî dazanîn ku pergala cerdevaniyê li pêş vegera gundan jî dibe asteng û xwest pergala cerdevaniyê bê bidawî kirin û got: “Em dê lêkolînan bikin ger girtina cerdevanan bidome emê vê yekî bikin rapor û ji rayedaran re rêbikin.