'Hêj ez nehatim dinê bavê min di bin çavan de qetil kirin'
'Hêj ez nehatim dinê bavê min di bin çavan de qetil kirin'
'Hêj ez nehatim dinê bavê min di bin çavan de qetil kirin'
Li Amed, Êlih û Rihayê bi çalakiyan aqubeta windayan hate pirsîn. Keça Edîp Tanirverdî Kezîban Tanriveridî diyar kir ku, bavê wê li navçeya Lîceyê ya Amedê hate qetilkirin û wiha got: "Dema bavê min hate qetilkirin ez hêj nehatibû dinê. Bêbavî mezinbûn gelek zore. Di bin çavan de tiliya bavê min jê kirin."
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li Parqa Koşuyolu çalakiya xwe ya hefteya 225'an li dar xistin. KESK, MEYADER û Dayîkên Aştiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya heftena de aqubeta Edîp Tanirverdî yê ku di sala 1994'an de li navçeya Lîceyê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û hate qetilkirin hate pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û wiha got: "Ji bo aştiyekî birûmet divê kiryarên windayan bên darizandin. Divê gorên komî bên vekirin û ri rastiyan re rû bi rû bên." Bîlîcî tundiya polîsan ya li Stenbolê şermezar kir.
Di çalakiyê de çîroka Edîp Tanirverdî yê ku di 20'ê Adara 1994'an li navçeya Lîceyê ya Amedê di operasyonê de hate binçavkirin û hate qetilkirin hate vegotin. Dayîka Tanriverdî Hanîfe Tanriverdî bi kurdî çîrok vegot. Tanriverdî diyar kir ku, kurê wê hêj 16 salî ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Tanirverdî anî ziman ku, ya hate kirin pêkanînekî dijmirovahiyê ye û xwest ku kiryar bên darizandin.
Keça Tanriverdî Kezîban Tanriverdî jî diyar kir ku, dema bavê wê hate qetilkirin hêj nehatibû dinê û wiha got: "Bê bavî mezinbûn gelek zore. Bila tu kes bê bav mezin nebe." Tanriverdî anî ziman ku, bavê wê bi îdiaya alîkariya PKK'ê kir hate binçavkirin û dema hate binçavkirin welatiyê bi navê Ferman Cîngoz ê 16 salî jî hebû û wiha axivî: "Bavê min û hevalê xwe bi îdîaya alîkariya gerîlayan kir hatin binçavkirin. Bi îşkenceyê guhên Ferman Cîngoz û tiliyên bavê min birîn û ji xwe re weke bîrananîn girtin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan li Rihayê ji bi heman armancê li ber Kargeha Karakoyun çalakî li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Serokê CHP'ê yê Rihayê Ferhat Karataş, KESK û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Rihayê Cemal Babaoglu diyar kir ku, êrîşa polîsan a Parqa Gezî nayê qebûlkirin. Babaoglu anî ziman ku, dosyaya 35 kesên hatin windakirin di destê wan de ne. Babaoglu da zanîn ku, derbar gelek dosyayan de tu lêpirsîn nehate vekirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakî li dar xist. Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, KURDÎ-DER, MEYADER û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Îlya Ekîncî diyar kir ku, heta winda ciyanetên kiryar nediyar û rastiya gorên komî tê derxistin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ekîncî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Ji ber girtiyên nexweş nayên darmankirin û serbest nayên berdan 6 girtiyan jiyana xwe ji dest da û ev yek me diltirs dike. Salek berê li Girtîgeha Pozantiyê ya Edneyê tacîz û tecawiza li hemberî zarokan pêk hat niha li Girtîgeha Şakran û Girtîgeha Zarokan a Antalyayê jî heman pêkanîn pêk hatin. Li ser vê yekê ÎHD, ÇDH û wekîlan lêkolîn kirin û îdîa rest derketin. Em dê li hemberî îstîsmara zarokan her tim rawestin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.