HDP’î û DBP'î çûn herêma operasyonê
HDP’î û DBP'î çûn herêma operasyonê
HDP’î û DBP'î çûn herêma operasyonê
Hevserokê HDP’'ê yê Sêrtê Yilmaz Çinar daxwaz kir ku operasyona li bejahiya gundê Evran a "Goristana Resûl û Ezîme" lê ye hatiye destpêkirin bi dawî bibe û her wiha heyeta HDP û BDP’ê jî çûn herêmê.
Li ser agahiya ku li gundê Evran û derdora wê ya ku "Goristana Resûl û Êzîme" lê ye ya li Çiyayê Herekol, opersyon hatiye destpêkirin şûnde heyeteke ku ji rêxistinên DBP û HDP’ê ya Sêrtê pêk tê herêmê. Di nav de Hevserokê HDP’'ê yê Sêrtê Yilmaz Çinar û nûnerên DBP’ê û gelek kes li ber avahiyê hatin cem hev û diyar kirin ku ev zîhniyeta operasyona leşkerî û nêzîkatiya polîsan a di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de heman in. Çinar da zanîn hê operasyonan rê li ber xetereyên mezin venekirine divê bên sekinandin û li gorî pêvajoyê tevbigerin. Li ber avahiyê dirûşmên, "Şehîd namirin" hatin berzkirin û polîsan avahiya DBP’ê dorpêç kirin.
Di saetên sibê de helîkopterên skorsky çûn herêmê û li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin helîkopterên Tirk li qûntarên Çiyayê Herekol nizm difirin. Hevserokê DBP’ê Reşît Teymur û gelek endamên partiyê çûn herêma ku tê gotin ku operasyon lê heye.