HDK û KESK'ê êrîşên li Parka Geziyê şermezar kir
HDK û KESK'ê êrîşên li Parka Geziyê şermezar kir
HDK û KESK'ê êrîşên li Parka Geziyê şermezar kir
HDK û KESK'ê êrîşên polîsan ên duh li Parka Geziyê dîsa berdewam kirin, bi daxuyaniya çapemeniyê protesto kirin.
Li dijî êrîşên polîsan ên duh li Parka Geziyê berdewam kirin, bi tevlîbûna gelek nûnerên sazî û dezgehan wekî HDK, BDP, KESK, DÎSK, ESP,TKP, EMEP, Partîzan û Hebûn, li ber Kargeriya AZC Plaza ya Ofisa Amedê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de pankartên "Em ji terorîzma polîsan re serî natewînin", "Derewînê derewîn ji gel lêborîne bixwaze", "Tayîpê zulimkar guh bide dengê gel", "AKP'ya talanker destê xwe ji ercîşê bîkşîne", "Bi hatina ciwanan wê sosyalîzim bê" hat hilgirtin.
Li ser navê HDK'ê hevberdevk Mehmet Aslanoglu axivî û piştgiriyên xwe ya ji bo Parka Gezî anî ziman û wiha got: "Silav li kesên ku li Parqa Geziyê li berxwe da. Berxwedana Geziyê ji bo gelan mîlad e." Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa BES'ê Mehmet Karaaslan jî bûyerê Parka Geziyê nirxand û wiha got; "Demokrasiya AKP'ê a sexte, di dibistanan de, di qadan de, êrişê mirovan dike. Ev kiryarana bi her awayî rûyê AKP'ya rast derxist holê."
Hevserokê BDP'ê Mehmet Emin Yilmaz û Endamê Meclîsa Partiya ESP'ê Soner Çîçek jî axaftin kirin. Piştî axaftina dirûşmên; "Her der taksîm her der berxwedan", "Em dê bi berxwedanê bi serkevin", "Ji Amedê heya Taksîmê hezar silav", "Amed serhildane ji taksîmê re silav", "Yê ku li Taksîmê dikeve û şer dike re hezar silav" qîriyan. Komê dirûşêm qîrkirin û piştî çalakiya rûniştinê ya deh deqîqeyan belav bû.