Hat îdîakirin, leşkerê ji Qersê xwe kuştiye

Hat îdîakirin, leşkerê ji Qersê xwe kuştiye

Li 2. Feramndariya Lîwaya Komando ya li navçeya Çewlik Xolxolê, hat îdîakirin ku leşker Adem Kalkan ê ji Qersê dawî li jiyana xwe aniye.

Li gorî îdîayan, Adem Kalkan ê ji Qersê, li pîsta helîkopter a 2. Fermandariya Lîwaya Komando ya navçeya Çewlik Xolxolê, bi çeka di destê xwe de li dora xwe gule reşandiye û dûre bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.

Cenazeyê Kalkan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Unîversîteya Firatê ya Elezîzê. Cenazeyê Kalkan piştî otopsiya li vê derê, ji bo veşartinê birin Qazixmana lê ji dayik bûye.