Gurul wê sibe bê defnkirin

Gurul wê sibe bê defnkirin

Cenazeyê Muzaffer Gurul ê li Licê ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenaze ber bi gundê Şehîdê ya bi ser navçeya DaraHene ya Çewlikê ve derket rê.

Otopsiya cenazeyê Muzaffer Gurul ê ji aliyê leşkerên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Abaliyê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya “raweste” hate gulebaran û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da, hate kirin. Di otopsiyê de hate gotin ku Gurul bi guleyeke ji serê xwe girtiyê jiyana xwe ji dest daye. Malbata Gurul piştî otopsiyê cenazeye wergirt.

Cenazeyê ku hate wergirtin ber bi gundê Şehîdê ya girêdayî navçeya Dara Henê ya Çewlikê ve derxistin rê. Hate hinbûn ku cenaze wê sibehê bê definkirin.

Beriya ku cenaze derxin rê bavê Gurul, Alî Gurul axivî û wiha got: “Kurê min bêguneh e. Bêpirs hate înfazkirin. Tiştek bi kesekî nekir. Ev jî ne bes bû, em li ber nexweşxaneyê rastî êrîşa polîsan hatin. Ev înfaz e.”