Gundiyên Hedadê xwest YPG wan biparêze

Gundiyên Hedadê xwest YPG wan biparêze

Piştî ku balefirên rejîma Suriyeyê bi hinceta ku koma çekdar tê de ye di 14’ê Nîsanê de gundê Hedadê bombebaran kirin û di encamê de 11 kes hatin qetilkirin, komek çedar careke din ket gund. Li ser vê yekê şêniyên gund bi daxwaznameyekê serî li YPG’ê da û xwest ku gundê wan biparêze.

Gundê Hedadê ku 30 kîlometre dûrî bajarê Tirbespiyê ye û di 14’ê Nîsanê de koma çekdar ketibûyê, piştre jî balefirên rejîmê bombebaran kiribûn, ji pêkutiyên komên çekdar xilas nabe. Piştî bombebarana ku 11 kes hatin qetilkirin, koma çekdar a ku ji ber bombebaranê reviyabû, duh dîsa ket gund û gef li gundiyan kirin. Heman komê ji gundiyan xwestin ku gund vala bikin. Li ser vê yekê şêniyên gund heyetek şand Tirbespiyê û serî Mala Gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da. 

‘KOMA ÇEKDAR DIXWAZE GUND TALAN BIKE’

Heyeta gundê Hedadê pêşiyê çû Mala Gel û daxwaznameyek radestî endamên meclisa herêmî kirin. Piştî pêşwazîkirina heyetê li Mala Gel civînek hate lidarxistin. Di civînê de Serokê Meclisa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û komujiya gundê Hedadê şermezar kir.

Şakir bal kişand ser giriniya jiyana hevbeş a hemû pêkhteyên herêmê û wiha dom kir: "Em wekî gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryanî pêwiste bi hevre ji bo avakirina  xweserî û netewa demokratîk têbikoşin. Lewre em wekî meclisa Tirbespiyê amadene ku alîkariya şêniyên gundê Hedadê bikin."

Di civînê de gundiyan jî daxwaznameya xwe pêşkêşî rayedarên meclîsê kirin. Di daxwaznameyê de tê destnîşankirin ku piştî ku komeka çekdar a ku bûye sedema bombebaranê û qetilkirina 11 kesan, niha kokmeke din hatiye gund, gefan li gundiyan dike û dixwaze gund vala bike, malan talan bikin.

GUNDIYA XWEST YPG WAN BIPARÊZE

Di daxwaznameyê de wiha ev tişt tên gotin: “Piştî êrîşa koma çekdar ku li gundê me pêk hat, em dixwazin YPG’ê zarok, jin û kalên me bi parêze. Komên çekdar dixwazin ewlekariya gundê we ji holê rakin, gund vala bikin û mal û milkê me talan bikin. Ev koma çekdar niha ketiya postexaneya gund. Lewre jî telefonên gund hemû hatin girtin, lewre têkiliya bi Qamişlo û Tirbesipiyê re qut bûne. Ji ber vê yekê em ji YPG’ê mudaxeleya lezgîn dixwazin û me ji terora van komên çekdar biparêzin. Ne tenê gundê me em dixwazin ku hemû gundên kurd û ereb ên derdorê jî bi parêzin.”

Ji şêniyên gund Cemal Meran ku bi eslê xwe erebe, got ku berpirsyariya komkujiya Hedadê komên çekdar û rejîma Suriyeyê û anî ziman ku ew tu caran herêmên xwe terk nakin û divê hesaba komkujiyê bê pirsîn.

Şêniyên gund piştre çûn navenda YPG’ê û li ber derî pankarta, “Em şêniyên Hedadê dixwazin ku YPG me biparêz e”, “Ev komkujî lekeyek reş li ser eniya rejîma Baas û hêzên planger e” vekirin. Gundiyan her wiha drûşmeyên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman berz kirin.

Gundiyên ku ji aliyê rayedarên YPG’ê ve hatin pêşwazîkirin, li ber avahiyê bi daxuyaniyekê daxwaza xwe anî ziman. Piştî daxuyaniyê nûnerê YPG’ê Sîpan Emîn daxwaznameya gundiyan wergirt û got ku YPG bi hemû hêza xwe wê ji bo parastina pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê têbikoşe.