Gundiyê zeviyê xwe cot dikir, li rastî gora gerîlayan hat
Gundiyê zeviyê xwe cot dikir, li rastî gora gerîlayan hat
Gundiyê zeviyê xwe cot dikir, li rastî gora gerîlayan hat
Welatiyên li gundê Xûrtîsê yê navçeya Westanê ya Wanê zeviya xwe çot dikir cenazeyekî kincên PKK'iyan li ser dît. Gundiyan anî ziman ku piştî lêkolîna kirin gihiştin agahiya cenazeyê gerîlayê PKK'ê Serhat Ixdir ê ku di pevçûna 1998'an de jiyana xwe ji dest da ye. Piştî vecîbeyên olî bi cih anîn li goristanê hate definkirin.
Hate ragihandin ku gundiyên li zeviyê çot dikirin cenazeyê gerîlayê PKK'ê yê bi kod navê Serhat Ixdir yê ji Îdîrê ku di sala 1997'an de ji herêma Geliyê Qarqarê yê navçeya Westanê ya Wanê tevlî PKK'ê bû û salek şûnda di pevçûna li gundê Xurtîsê de jiyana xwe ji dest da peyda kirin. Hate zanîn ku cenazeyê 2 hefte berê ji aliyê gundiyan ve hate dîtin piştî vecîbeyên olî bi cih anîn li goristana gund hate definkirin. Gundiyan, diyar kir ku li herêmên Keyîs û Sarîke yên nêzî gund gora 13 gerîlayan heye û pişt berf heliya dikarin goran bibînin.
Welatiyê bi navê Cuma Çîftçî ji DÎHA’yê re diyar kir ku zeviya cenazeyê gerîla Ixdîr lê hatî dîtin yê wî ye. Çîftçî, anî ziman ku dema li zeviyê çot dikir cenaze dît û wiha got: "Dema me cenaze gît kincên wî li ser bûn. Me ji kincên wî fêm kir ku gerîla ye. Piştî me cenaze bir hemû gundî hatin dîtin. Pişt re me cenaze bir gund û li cihê em jê re dibêjin ziyaret a goristana zarokan defin kir."
Welatiyê bi navê Murat Aladag jî diyar kir ku demqa cenaze dîtin kincên PKK'iyan li ser bûn û wiha got: "Berê me bihîstibû PKK'iyê bi kod navê Serhat Ixdîr ê ku di sala 1997'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1998'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Dema me dît hêj goreyên wî di piyê wî de bûn û cenaze xirab nebibû. Me bi hev re git û piştî vecîbeyên olî me li goristana zarokan defin kir."
Aladag, anî ziman ku li nêzî gund di sala 1998'an de pevçûnên dijwar qewimîn û wiha axivî: "Di van pevçûnan de 14-15 kesan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê me li zeviyê peyda kir û defin kir jî ez bêjim yên wan e. 2 kesên din ên jiyana xwe ji dest dan me bihîst ku pismanên ev in. Ji wan navê yekî Fîkret Gur (Rûbar Faraşîn) navê yê din jî Cîhan Gur (Dijwar Faraşîn) e. Hînî em dizanin malbatên van her du kesan li Wanê dirûnin. Ev malbat nizanin zarokên wan jiyana xwe ji dest da. Nav û paşvanên gerîlayan din nayê zanîn. Piştî cerdevanan ciha wan deşîrfe kirin di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan."
Welatiyê bi navê Adnan Akti jî diyar kir ku di salên 1994 û 1996'an de du caran gundên wan hatin şewitandin û koçî naveda Wanê bajarên rojava bûn. Akti, anî ziman ku piştî sala 2000'an vegeriyan gund û li derdorê gelek gor dîtin û wiha got: "Li herêma Keyîs a li hemberî gund me gelek gor dîtin. Li cihekî gora yên 5 kesan û li cihekî din gora ayîdî 8 kesan me dîtin. Em ev pevçûn nedîtin. Lê piştî em vegeriya gund em ji gorên dîtin fêmkir ku pevçûnên dijwar li herêmê çêbûn e."