Gundên sînor di bin dorpêça leşkeran de ne

Gundên sînor di bin dorpêça leşkeran de ne

Piştî pêvajoya çareseriyê destpê kir, leşkeran dest bi avakirina qereqolan kir û gundên sînor kirin bin dorpêça xwe. Li gundên sînorê Îranê yekîneyên seyar hatin bicihkirin û dem dem operasyonan pêk tînin. Welatiyê bi navê Maşik Çakmak got: "Em di bin dagirkirina leşkeran de ne. Heke li vir guleyek jî biteqe û bûyerek pêk bê berpirsyar Walî ye."

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) li aliyekî vekişîna gerîlayên HPG'ê ya dervê sînor berdewam dike, li aliyê din jî hem sewqîyata leşkerî zêde dibe û hem leşke li herêmê qereqolên nû ava dikin û her derê dixin bin dorpêça xwe. Piştî li Colemêrg, Dêrsim û Çewlikê bingehê qereqolên nû hatin avêtin, niha jî li sînorê Îranê bingehê qereqolên nû tên avêtin. Welatiyên sînor diyar kirin ku li sînorê Îran, Wanê û Colemêrgê dijîn, bi dehan yekîneyên seyar hatin bicih kirin û ji bo wan qereqolên nû yên seyar tên avakirin. Welatiyan anîn ziman ku, li herêmên gerîlla têre derbas dibin û rêgehên gerîlla ne leşker û cerdevan lê hatine bicihkirin.

Welatiyan da zanîn ku kesên dixwazin sewalkariyê bikin jî ji ber teqemeniyên herêmê nikarin sewalên xwe derxin mêrg û zozanên xwe. Welatiyên herêmê diyar kirin ku êdî nikarin ji gundê xwe derkevin û dema kesên tên gundê wan an jî ew ji gundê xwe derdikevin di kontorla leşkeriyê re derbas dibin. Welatiyan destnîşan kir ku, leşker ji bo qereqolên nû 50 kîlometre rê ava kirine û û ev rê di nava zevî û mêrgê welatiyan re derba dibin. Li gundê Şikeftan ê di sala 1993'an de Leşkeran xerab kir û hat valakirin û di sala 2007'an de welatî dîsa vegeriyan, leşker niha yekîneyên seyar ava dikin.

Welatiyên Şikeftan bertek nîşanî avakirina qereqol û yekîneyên siyar dan û diyar kirin ku ji ber dorpêça leşkeran êdî nikarin ji gundê xwe derkevin derve. Welatiyan anîn ziman ku, êdî kesên biyanî nikarin bên gundê wan û dema ew ji gund derdikevin jî lazime di kontrola nasnameyan re derbas bibin û sibê derkevin û êvarî jî vegerin gundên xwe. Welatiyên gundê Şikeftan a jêrîn û jorîn daxwazname dan Qeymeqamê Şemzînanê û xwestin êdî ev yek bi dawî bibe.

8 gundên li sînorê Îranê yê 50 kîlometre dûrî Şemzînanê ku li herêma Çiyayê Şehidanê ye niha di bin dorpêça leşkeran de dijîn. Welatiyên gundê Şikevftan), Gola, Ketuna Binî, Ketuna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî û Gosrova, diyar kirin ku li her derê qereqolên siyar tê avakirin û êdî her der bûye girtîgeha vekirî.

Welatiyan bilêv kir ku li herêma Varibozu, Dema Çiya, Girê Eshaba, Berê Evrazê, Kaniyaspi, Banige, Tilsê, Kola, Nerduşe, Bihiyahorê, Gendalok, Vargeniman, Şikeftan, Garê, Gelişim, Evrestepe, Masîro, Meleyan, Girê Zini û Çimenî Hescî avakirina qereqolan berdewam dike û li herêmên Xelila 1, Xelila 2, Zerpele, Girê Şikeftan, Fişe, Kendalok û Kemalokê qereqolên nû tên avakirin.

Welatiyê gundê Şikeftan M. Salîh Canan, Sadî Canan û welatiyê Gundê Ketûnê Maşik Çakmak bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, êdî li her derê qereqolên nû û qereqolên seyar tê avakirin û di bin dorpêç û gefên leşkeran de dijîn. Çakmak wiha got: "Em di bin dagirkirina leşkeran de ne. Heke li vir guleyek jî biteqe û bûyerek pêk bê berpirsyar Walî ye."