Gundê Til Îd hat rizgarkirin, li Girê Spî 4 çete hatin kuştin

Gundê Til Îd hat rizgarkirin, li Girê Spî 4 çete hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya “Operasyona dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re” li herêma başûrê rojavayê Tirbespiyê dabû destpêkirin de, gundê Til Îd hate ji komên çete rizgar kirin. Li rojavayê Girê Spî jî di pevçûnan de 4 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di çarçoveya operasyona şoreşgerî de piştî pevçûnên du rojan gundê Til Îd ê dikeve başûrê rojhilatê Qamişlo şevê din saet derdora 01.00’an de ji çeteyan hate rizgarkirin.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku komên çete Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û Cephet El-Nusra ev gund wekî navendek leşkerî bikar di anîn û di encama pevçûnan de çeteyan gelek kuştî û birîndar dane, her wiha  gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

LI GIRÊ SPÎ PEVÇÛN: 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di vê navberê de, şevê din li gundên rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) ên bi navê Melûh El-Qemer, Sûsik û Bîr Kino di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ/Cebhet El-Nusra pevçûn derketin. 

Hate gotin ku di pevçûna li gundê Sûsikê de 2 çete, li gundê Bîr Kino çeteyek û li gundê Melûh El-Qemer jî çeteyek hatin kuştin. Her wiha hêzên YPG'ê wesayîtek çeteyan derbe kir.

Li herêmê cih bi cih pevçûn dewam dikin.