Gulpî: Barzanî ji bo berjewendiyên xwe dema serokatiyê dirêj kir
Gulpî: Barzanî ji bo berjewendiyên xwe dema serokatiyê dirêj kir
Gulpî: Barzanî ji bo berjewendiyên xwe dema serokatiyê dirêj kir
Li herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlementoyê û serokatiya herêmê ji aliyê gel ve tê hilbijartin, her wiha tu biryar nîn e ku bi xwe bikarin dema serokatiya herêmê dirêj bikin. Hevserokê berê yê Partiya Çareserî û Demokratîk (PÇDK)’ê û siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî derbarê dirêjkirina Serokatiya Herêma Kurdistan de got ku li dijî Hiqûqê ye. Her wiha Gulpî di berdewama axaftinê xwe de da diyarkirin ku, dirêjkirina Serokatiya Herêmê ji ber pirsgirêkên hundir û derveyî welat hatiye dirêj kirin. Gulpî da zanîn ku, Mesut Barzanî ji bo ku planên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne wiha kiriye.
Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî wiha axivî: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yeketî Niştîmana Kurdistanê (YNK) ji bo berjewendiyên xwe li hev kirine. Her wiha gelê Başûrê Kurdistanê li bendê bû ku referandûm pêk bê, lê belê em dinêrin ku di destûra bingehîn de herî zêde xalên ne demokratîk hene. Bi lihevkirina PDK û YNK’ê ya dirêjkirina Serokatiya Herêmê bi tu awayî ne pêwîst bû, gelê Kurdistanê li bendê bû ku hilbijartin bi awayekî demokratîk were kirin; lê belê rastî biryarek wiha hat.” Gulpî da diyarkirin ku bi giştî gelê li Herêma Kurdistanê li dijî vê biryarê ye.
Gulpî da zanîn ku, dewleta Fransa û Tirkiye dixwazin Mesut Barzanî li ser kar be ango ji bo berjewendiyên xwe bidin bikaranîn û ji bo li Rojavayê Kurdistan êrîş bikin ser gelê Kurd hemû lîstikan dilîzin a niha jî PDK ragihandin xistiye dewrê ku li dijî Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD)’ê xebat bike û destketiyên gelê Kurd tune bikin û bixin dibin bandora xwe.
Her wiha Dr. Faîk Gulpî da destnîşankirin ku heya niha li Parlamentoyê muxalefetê erka dikeve ser dilîze, lê belê heya niha bi ser neketiye, li derveyî parlamentoyê jî tenê rexne girtiye û di hemû yasayan de serokê herêma gel dihilbijêre ango tenê gel bikare wext dirêj bike ne ku hikûmet, tu zagon li parlamentoya Herêma Kurdistanê tune ye ku Serokatiya Herêmê dirêj bike.
Gulpî di berdewam axaftina xwe de destnîşan kir ku, ew ber bi hilbijartinên Parlamentoyê, herêmî ve diçin her wiha muxalefet gelek zehmete bikare xwepêşandanekê bike. Tenê ger bikare karê dîplomasiyê bi rê ve bibe ango weke li Yekîtiya Ewropa, li Neteweyên Yekbûyî (NY), Saziyên Civakên Sivîl giliyê xwe bikin. Lê belê heya niha muxalefet bêdeng e têne di ragihandina xwe de gilî dikin. Gulpî da diyarkirin ku, heya niha berpirsên muxalefetan nehatine cem hev da ku li hember biryarê biaxivin û helwesta xwe nîşan bidin.
PDK Û YNK STRATEJIYEK NÛ AFIRANDINE
Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî da diyarkirin ku, PDK heya niha li diji şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û dixwazin Gelê Rojava xwe teslîm wan bikin; ji ber ku Gelê Rojava bi tu awayî nayê lîstikên wan bi hemû awayî êrîşî Gelê Rojava dikin. Di aliyekî de deriyê sînor digirin ji bo di aboriyê de wan lewaz bikin her wiha di aliyekî de jî van rojê dawî bi ragihandina xwe êrîşî hêza leşkerî ya Rojava Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê dikin. Ango hewl didin wan di nava gel de reş bikin. Lê belê, em niha temaşe dikin li Rojava dîrokek nû hatiye afirandin. Ji tunebûnê jiyanek azad a nû diafirînin. Gulpî da zanîn ku PDK û YNK stratejiyek nû afirandine ango ji bo xerabkirina parçeyek din a Kurdistanê.
Gulpî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, bi taybet PDK li dijî şoreşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha Gulpî da zanîn ku, rewşa Başûrê Kurdistanê di asta herî ketî de ye.
DI ALIYÊ ÎDEOLOJÎK DE JÎ VALAHIYEK HEYE
Bi dirêjkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê re hêviyên gel ên ji bo hilbijartinê ketiye asta heri jêr û êdî baweriya gel bi hilbijartinan, demokrasî û hikûmetê nayê û her wiha wê gel gelek kêm dengan bi kar bîne. Gulpî di berdewama axaftina xwe de got, “Hikûmet dixwaze bi pêşmerge, ragihandin û aboriyê bigihije armanca xwe, lê belê ev xizmeta gelê Kurd nake berevajî wê xizmeta dijmînê Kurd bike. Eger Mesut Barzanî du salên din li ser kar be wê hemû planên xwe yên dixwest pêk bîne wê bixe jiyanê. Piştî biryara 2 salan dirêjkirinê bandorek neyênî li ser hilbijartinên parlamentoyê kir û bi vê biryarê re baweriya gel a li hember hilbijartinê û hikûmetê lewaz bû. Tevgerên li hemberî desthilatdariyê di serî de PÇDK tê, di vê pevajoyê de wê rolek girîng bigire ser milê xwe û ev xal gelekî girînge.
Gulpî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Parlamenter bi awayekî vekirî eger ji derveyî yasayê bi hîlebazî piştî du salan were hilbijartin, wê rolek neyênî bilîze. Ev jî di aliyê demokrasiyê de rolek xerab e. Eger li Başûrê Kurdisanê gel rola xwe ya siyasî pêş bixe û vîna xwe deyne holê wê destûr nede pirsgirêkên ji derveyî yasayî. Lê belê mixabin gelê me ne ketiye rewşek wiha ku vîna xwe deyne holê. Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî fikir û rêxistinkirinê de lewaz e her wiha di aliyê îdeolojîk de jî valahiyek heye. Weke ku PYD li Rojavayê Kurdistanê, BDP li Bakûrê Kurdistanê, weke Kurdên li Ewropayê û di heman demê de weke Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ê ku li Rojhilatê Kurdistanê hêza ku derxistiye û bi baweriya siyaset û îdeolojiya xwe digire. Ev hêza xwe ya siyasî û îdeolojîk ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan digire. Rêxistinên weke PKK’ê çanda ku di nava xwe de pêş xistiye bide ji derve, weke PYD û BDP Modela siyasetê bingeh bigire û di vê rêyê de têkoşîneke nû destpê bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd.”
Dr. Faîk Gulpî destnîşan kir ku, her du partiyên ku xwedî aborî ne û desthilatdar in, heta xwedî siyasetek wiha bin û bandora wan li ser xelkê hebe û peywendiyên wan ligel hêzên derve hebe zehmet e konferansa neteweyî li Başûrê Kurdistan were lidarxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îran, Sûriye û dewleta Tirk li hember destketiyên Kurdan dixebite. Yekîtiya dagirkeran a Kurdistan heye, lewma pêwîste yekîtiya rizgarkirina Kurdistan hebe. Gel daxwaza yekîtiyê dike. Çi li Başûr û çi li Bakûr serketin a gelê Kurd e. Dema Celal Talabanî bû Serokkomarê Iraqê li her deveran ku PKK’ê bi kêfxweşiyekê pîroz kir û di hemû pîrozbahiyan de piştevaniya xwe nîşandan. Li Rûsyayê di pîrozbahiya ji bo Celal Talabanî hat lidarxistin de ji rêveberen YNK’ê beşdar nebûn.”
RÊBERÊ GELÊ KURD TIMÎ YEKÎTÎ XWEST
Gulpî destnîşan kir Rêberê Gelê Kurd ji bo yekîtıya Kurdistanê her dem xebat pêş xistiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha hemû Kurdistanî yekîtiyê dixwazin. Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo yekîtiya Gelê Kurd tim xebat meşand. Lê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tim ji yekîtiya Kurdan direvin.
Siyasetmedar Gulpî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PÇDK xwedî modelek nû ye. Ango xwedî wê hêzêye ku dikare pirsgirêkan çareser bike. Ev pirsgirêk bi awayekî çandî û demokratîk bi zîhniyeta wê were çareserkirin. Li Başûrê Kurdistanê gelek mirovên bi çavên siyasî temaşe dikin hene û di heman demê de kesên alîgir û sempatîzanên PKK’ê di Başûr de pirin. Kesên ku sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diparêze dengê xwe didin me.”