Gorên gerîlayan hatin nûkirin
Gorên gerîlayan hatin nûkirin
Gorên gerîlayan hatin nûkirin
Gorên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane yên li Êlihê, ji aliyê malbatên wan ve hatin nûkirin.
Malbatên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane, çûn serdana gorên zarokên xwe yên li Goristana Girbereşk a Êlihê hatine veşartin û gorên wan nû kirin.
Gorên li ber hev ên gerîlayên HPG'ê Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ê di 23'ê Mijdara 2012'an de jiyana xwe ji dest da, Sûat Akin (Rojhat Batman) ê di 23'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da, Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) ê di 15'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da û Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal) ê di 15'ê Qanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest da, hatin nûkirin. Gorên ji kevirê mermerê hatin çêkirin, wêneyên gerîlayan lê hat bicihkirin. Malbatên Erol, Akin, Şahîn û Karahanli û rêveberên MEYA-DER û BDP'ê çûn serdana gorên hatin nûkirin.
Serokê MEYADER şaxê Êlihê Ekrem Degîrmencî di axaftina xwe ya li vê derê de ji hemû malbatan re sersaxî xwest û got, "Eger em di rêya wan de bimeşin, emê her karî bi ser bixin. Ti şoreşên cîhanê, bêyî berxwedan û kedê, bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, keda şehîdên me ya berxwedanê, di nava gelê Kurd de xwedî cihekî gelekî mezin e. Eger em hatibin vê pêvajoyê ev bi saya wan e. Xwedîderketina li pêvajoyê, xwedîderketina li şehîdan, têkoşîna wan û bexwedana wan e."
Bavê Erdal Erol (Mazlûm Serhat) Mehemt Erol jî weha axivî: "Heta azadiyê emê di rêya wan û rêya Rêber Apo de bimeşin. Em hêvîdarin wê ev şehîdên me bibin şehîdên dawî. Bila serê hemû malbatan sax be." Birayê gerîla Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) Emîn Şahîn jî destnîşan kir, ku bi vê pêvajoya çareseriyê re xwîn narije û dayik êdî nagirîn.
Li dû axaftinan, serdan bi dawî bû.