Goreke din a komî ronî dibe!
Goreke din a komî ronî dibe!
Goreke din a komî ronî dibe!
Li Bêdlisê ku veguheriye hêlina gorên komî, tê gotin goreke din a komî ya tê de 17 gerîlayên ARGK'ê hene, heye. Gerîlayê ARGK'ê Baran Serhad ê di navbera sal 1992-1999'an de li bejahiya Bêdlisê bû da xuyakirin ku di şerê sala 1997'an ê li sêgoşeya Bêdlis-Mûtkî û Baykanê li Geliyê Şêx Cima çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 17 gerîlayên ARGK'ê yên di şikeftê de bi çekên kîmyewî hatine kuştin.
Yek ji cihên ku herî zêde gorên komî lê ne Bêdlis û navçeyên wê ne. Tê gotin li 35 gorên li Bêdlisê cenazeyê 485 kesan hene. Li van gorên komî, gora komî ya tê gotin tê de 17 gerîlayên ARGK'ê yên di sala 1997'an de li sêgoşeya Bêdlis-Mûtkî-Baykanê li Geliyê Şêx Ciman bi çekên kîmyewî hatin kuştin, lê zêde bû. Di daxuyaniyên şahidên bûyerê, rewş hêdî hêdî zelal dibe. Endamê ARGK'ê Baran Serhad ê di navbera salên 1922-1999'an de li bejahiya Bêdlisê bû, şahidê gelek gorên komî ye. Baran Serhad ku di sala 1999'an de hat girtin û bi cezayê muebbetê li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hat bicih kirin, der heqê gorên komî de ji DÎHA'yê re axivî.
"BI SEDAN HEVALÊN MIN LI GORÊN KOMÎ HATIN BICIHKIRIN"
Serhad diyar kir ku di navbera salên 1922-1999'an de gelek caran şer derketiye û got, "Ew dem, demeke tengezar bû. Bi taybetî jî sala 1999'an gelekî dijwar derbas bû, gelek hevalên me şehîd ketin. Hevalên me yên bi saxî diket destê wan jî dihatin kuştin û êşkence li cenazeyê wan dihat kirin. Bi sedan hevalên min li gorên komî hatin bicihkirin. Me dîtin ku cenazeyên hevalên me davêtin ser rêya gel û bi vî awayî çav li gel ditirsandin."
"70 CENAZE LI BER QEREQOLÊ HATIN RÊZKIRIN"
Serhad ragihand ku di şerê 1997'an de cenazeyên 70 gerîlayên ARGK'ê hatine teşhîrkirin û bal kişand ser hebûna gora komî ya ji 70 cenazeyên nehatine qeydkirin. Serhad got, "Eger ne şaş bim, dawiya sala 97'an bû. Di şerekî de gelek heval şehîd ketin. Dûre me bihîstin ku nêzî 70 cenaze li ber qereqola Dogancik an Dogana ya li ser rêya Bêdlis-Amedê hatine rêzkirin. Wê demê, wesaît bi awayê konvoy derbas dibûn. Wesaîtên dihatin, bi saetan li ber qereqolê dihatin sekinandin. Cenazeyên hevalên me nîşanî wan sivîlên dihatin sekinandin didan. Haya me ji akûbeta cenazeyên 70 hevalên me nebû. Dibe ku li nêzî qereqolê hatibin binaxkirin. Eger ez ne şaş bim, ew heval, hevalên ji yekîneya Akîf bû."
"78 CENAZE LI KU DERÊ YE?"
Serhad bal kişand ser gilînameya dozgerê Amedê li dijî wî amade kiribû û gotibû, "Kesê mijara gotinê, di şerê sala 1997'an de ku tê de 78 endamên rêxistinê hatin kuştin de...." û got, "Di gilînameyê de gotineke weha heye. Dozger û dadgeh di Adara sala 1997'an de behsa 78 cenazeyan dikin û vê qebûl dikin. Lê cenazeyê van 78 kesan li ku ye? Qeyd û agahiyeke bi vî rengî nîne. Wê demê, tê fêm kirin ku goreke komî ya hevalên di şerê Adara sala 1997'an de şehîd ketibûn hatine veşartin, heye. Eger ew dem were lêkolînkirin, wê gelek tişt ronî bibe."
"17 GERÎLAYÊN ARGK'Ê BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN KUŞTIN"
Serhad diyar kir ku di şerê sala 1997'an ê li sêgoşeya Bêdlis-Mûtkî û Baykanê li Geliyê Şêx Cima çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 17 gerîlayên ARGK'ê yên di şikeftê de bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Serhad got, "Li herêmê şikeftek hebû û hevalên di dema şer de li wê şikeftê bûn, bi çeka kîmyewî hatin kuştin. Cenazeyên hevalan bi wî rengî li wir ma, me nekarîbû rakira. Navê gelek ji wan nayê bîra min. Dibe ku cenaze hînê li wê derê bin."
Li gorî agahiyên Serhad da, navê hin gerîlayên ARGK'ê yên li şikefta Geliyê Şêx Ciman ên bi çeka kîmyewî hatine kuştin weha ne: "Kemal Efrîn ê ji Efrînê, Şoreş Mardîn ê ji Mêrdînê, Firat Garzan ê ji navçeya Êlih Hezoyê, Kendal, Aysel, Kiso, Mizgîn, Rûken, Şînda yan jî Jînda, xizmekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji Rihayê Hogir."