Gokkan: Bila Rojava her di rojevê de be
Gokkan: Bila Rojava her di rojevê de be
Gokkan: Bila Rojava her di rojevê de be
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku ewê alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê komkirine bişînin Qamişlo. Gokkan xwest alîkariya ji Rojava re bişînin tev dikin lîste û dişînin û dê sibê malzemeyan ji Nizêbînê bişînin Qamişloyê. Gokkan xwest kes Rojnava ji bîr neke.
Alîkariya xwarin û alavan ku ji bo piştevahiya Gelê Rojava li navçeya Nisêbînê hatiye komkirin dê bişînin Bajarê Qamişloyê. Alav û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ku ji bo gelê Rojava tê komkirin di çarçoveya kampanyayê de li Nisêbînê tê berhevkirin û her çarşem bi kamyonan di deriyê sînor ê Nisêbînê re dişînin Qamişlo. Beriya ku malzemeyên hatine komkirin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, bang li her kesî kir û xwest GELÊ ROJAVA ji rojeva xwe dernexin. Gokkan, wiha got: "GELÊ ROJAVA ji rojeva xwe dernexin. Divê di her alî de bi ruhê seferberiyê alîkari û piştevanî bê kirin. Ji ber ku her tim pêdivî ji alîkariya jiyanê heye. Em de sibê alîkariya hatiye komkirin bişînin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên BDP'ê û Şaredariyên BDP'ê dikin ku tev seferber bibin. Em dixwazin ku alîkariyên dişînin wekî lîste amade bikin û bişînin. Sibê saet di 08.00'an de em dê alîkariya li Navenda Çandê ya Mitannî de hatiye komkirin bişînin ji Gelê ROJAVA re."