Girtiyên Wanê grêva birçîbûnê bi dawî kirin
Girtiyên Wanê grêva birçîbûnê bi dawî kirin
Girtiyên Wanê grêva birçîbûnê bi dawî kirin
Grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 24 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê di 12'ê Gulanê de bi armanca şermezarkirina zextan û sererastkirina mercan destpê kiribû, di roja 20. de bi dawî bû.
Grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 24 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê di 12'ê Gulanê de bi armanca şermezarkirina zextan û sererastkirina mercan destpê kiribû, di roja 20. de bi dawî bû. Girtiyan bi rêya TUYAD-DER a Wanê daxuyaniyek dan û gotin, "Em weke girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, ji ber beşeke mezin a daxwazên me hatine qebûlkirin û di çarçoveya hesasiyeta pêvajoya tevgera me tê de ye, di roja 20. de dawî li çalakiyên xwe yên boykotkirinê tînin. Ti gumana me nîne, ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê, Komîsyona Girtîgehan a Wanê, Serokatiya TUYAD-DER a Wanê û Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Birêz Ozdal Uçer wê bibin şopdarên daxwazên me yên hatin qebûlkirin."
TEDAWIYA GIRTIYIAN DESTPÊ KIR
Serokê TUYAD-DER Şaxê Wanê Ahmet Aygun û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Cahît Ertan, piştî hevdîtina bi rayedarên girtîgehê li avahiya TUYAD-DER'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku tedawîkirina girtiyên çalakiyê destpê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin bêjin, ku di tenduristiya hevalên me yên girtî de, pirsgirêkên ciddî nînin. Em hêvîdarin wê di demên pêş de heman pirsgirêk dernekevin pêşiya me. Di vî warî de em bang li Serdozgeriya Komarê ya Wanê, dozgeriya li girtîgehê, rêveberiya girtîgehê dikin ku di warê pêkanîna daxwazên hatine qebûlkirin de, bi hesasî tevbigerin."