Girtiyên PKK û PAJK'î nerazîbûn nîşanî surgunan dan
Girtiyên PKK û PAJK'î nerazîbûn nîşanî surgunan dan
Girtiyên PKK û PAJK'î nerazîbûn nîşanî surgunan dan
Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PAJK û PKK'ê der barê surgunên di demên dawî de daxuyaniyê da û destnîşan kir ku bi êrîşa li hemberî jiyana girtiyan û bi operasyonên girtinê yên giştî re, hewl tê dayîn bi temamî pêvajo bê xetimandin.
Li ser navê girtiyên doza PAJK û PKK'ê Denîz Kaya, der barê surgunên di demên dawî de li girtîgehan pêk tên daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mejiyê dewletê ya tunehesibandin ku ev 35 salin gelê kurd û têkoşîna azadiyê bi awayek bîrdozî û giyanî dîl negirtiye, îro bi polîtîkaya sewq û surgunê ya AKP'ê bûye rojane, li girtiyan sekineke ji jiyana azad û rêxistinî dûr, ferz dike.
'HIKUMETA AKP'Ê MIXABIN DI ÇARESERNEKIRINÊ DE ISRAR DIKE'
Kaya got, "di vê pêvajoyî de du sedemên valakirina girtîgehên li Kurdistanê ya bi surgunan hene; bi êrîşa li ser jiyana me ya komînal û birêxistinkirî re bi operasyonên girtinên tomarî re hewl tê dayîn pêşiya pêvajoyê bi temamî bê xetimandin. Hikumeta AKP'ê ku di ti asta çareseriyê de hesas û cidî tevnegeriya ye, mixabin di neçareserkirinê de bi israre."
Kaya, anî ziman ku ew hikumeta AKP'ê hişyar dike û got: "Ev rewşek pir bi xetere. Em hikumeta AKP'ê hişyar dikin û dawetê cidiyetê dikin. Vekirina pêşiya girtinên civakî û operasyonên nû û ketina amadekariyek wiha dê di civakê de înfealê pêk bîne, pêvajoya pêvçûn û çaresernekirinê kûrtir bike, ku ev jî dawiya AKP'ê ye. Li ser vê esasê em bang li hemû raya giştî dikin ku bi hestiyarî û hesas tevbigerin, bang li hemû sazî û rêxistinên me, kesên parastvaniya mafên mirovan dikin û kesan dikin ku li hemberê vê bisekinin, lîstika AKP'ê xira bikin. Nexwe dê ji vê pêvajoya ku serokatiya me şibandiye weke pira siratê, her kes para xwe bigire."
'EMÊ FELSEFEYA JIYANA XWE BIDOMÎN IN'
Kaya, anî ziman ku ewê di vê rewşê de berxwedana xwe dewam bikin û got: "Em wek girtiyên azadiyê ku xwedî giyana berxwedana Mazluman, evîna jiyanê ya Kemalan, eşqa azadiyê ya Zîlanan û vîna bêemsal a Çaran, li ser navê zêdetirê deh hezaran PKK'î û PAJK'î di her şert û mercê de berxwe bidin, felsefeya xwe ya ruh û jiyanê biparêzin û bilind bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin ti hêz û desthiladar bi zextên bê ser û bin dê nikaribin me dîl bigirin. Em bang li hikumetê dikin ku ji vê rêya xelet vegere û bang li raya giştî jî dikin ku di vê mijarê de bi hîstiyar be."
Kaya diyar kir ku ewê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfirehtir bidin.