Girtiyê nexweş Samet Çelîk serbest hate berdan

Girtiyê nexweş Samet Çelîk serbest hate berdan

 Girtiyê nexweşê kanserê Abdulsamet Çelîk serbest hate berdan. 

Ji bo girtiyê nexweşê kanserê MDS'ê Abdulsamet Çelîk, biryara bicihanîna cezayê wî salekê hat rawestandin û piştî vê yekê serbest hate berdan. Li ser vê biryara Saziya Tipa Edlî, Dozgerê Komarê yê Enqere jî biryara da ku Çelîk ê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin, serbest were berdan.

Abdulsamet Çelîk ji doza PKK'ê 20 salin di girtîgehê de ye û divê jê re mêjiyê hestî bê neqilkirin